Cenazeyê Şehîd Yasir El Abdullah veşartin

Cenazeyê Yasir El Abdullah ê li Eyn Îsa şehîd bûbû, li gundê Sirînê yê Kobanê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê, cenazeyê şervanê QSD'ê Yasir El-Abdullah bi nasnav El-Omeyrî yê ku 20'ê Adarê di li berxwedana li Eyn Îsayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD'ê ya navçeya Sirînê Ezîz Ehmed, sersaxî ji malbata şehîd Yasir El-Abdullah re xwest û got: "Qedera me ye ku berdêlê xaka xwe ya pak xwîna zarokên xwe bibin. Em hêzên leşkerî soz didin ku em ê li ser xeta ku şehîd Yasir û hevalên wî xêz kirine, bimeşin, soz didin ku dê ev xak paqij bimîne, em dibêjin şehîd namirin û di dilê me de dimînin."

Hevserokê Şaredariya bajarokê Sirînê Mistefa Mulsim û got: "Asta herî bilind şehadet e û serferaziya herî bilind jî ew e ku mirina mirov şehadet be." Muslim soza şopandina rêya şehîdan da.

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Hevalên şehîd cenazeyê şehîd rakirin ser milê xwe û di nava diruşmeyên "Şehîd namirin" de veşartin.