ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Minbîcê gel li dijî dagirkeriyê di Newrozê de hatin ba hev
Li Minbîcê bi hezaran kes li dijî dagirkeran peyama berxwedanê dan û li qada Newrozê hatin ba hev. -
QSD: êrişa çeteyan hate şikandin, 18 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsa û gundewarên wê daxuyanî da, ragihand ku êrişa çeteyan hate şikandin bi giştî 18 çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûne. -
Rêveberiya Xweser: Bi Berxwedanê em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cejna Newrozê li gelê herêmê û bi taybetî li koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girkê Spî pîroz kir û teqez kir ku bi ruhê Newrozê û bi felsefeya berxwedanê ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin. -
Li Eyn Îsa şer û bomberdûman didom
Şerê piştî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsa û şûnde destpê kiribû, dewam e. Dagirker qadên sivîlan bombe dikin. -
Şervanên QSD’ê derbên giran li baregehên dewleta Tirk dan
Hêzên QSD’ê ji gundên Seyda û Mîşêrfê yên Eyn Îsayê baregehên dewleta Tirk bombe dike. -
QSD’ê ragihand ku li Eyn Îsa’yê 16 çete hat cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya QSD’ê têkildarê êrîşên ku li Eyn Îsa didomin daxuyaniyek da û diyarkir ku di tevahiya rojê de di encama pevçûnan de 16 çete hatine cezakirin. -
Di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê de zarokek hate kuştin
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Eyn Îsayê de zarokek hate kuştin û 4 sivîl birîndar bû. -
Li Eyn Îsayê 15 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê yên bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dayî, 15 çete kuştin. -
Şervanên QSD’ê baregeha herî mezin a Tirkiyê bombe dike
Şervanên QSD’ê baregeha herî mezin a dagirkeriyê ku 2 km dikeve bakûrê Eyn Îsayê, bi giranî bombebaran dike. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Hûşî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El Hûşî (Baran Qamişlo), li goristana şehîdan a li Til Hemîsê spartin axê. -
Çalakiya kon a li Kobanê didome
Çalakiya kon a Kobaniyan ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatî destpêkirin, bi tevlîbûnên girseyî di roja 3’yan de didom e. -
Dewleta dagirker bombe gundên Eyn Îsa û Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Eyn Îsayê û sê gundên Şerayê dan ber topbaranê. Li Eyn Îsayê şer qewimî. -
HRE'yê di salvegera dagirkeriyê de lê da: 5 çete û leşker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera 3'emîn a dagirkirina Efrînê de hin rêze çalakî pêk anî. Di encamê de 3 çete û 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. HRE'ê ragihand ku di şer de hevrêya wan Rûken Zerdeşt şehîd bûye. -
TEV-DEM: Ji bo azadiya Rêber Ocalan dakevin qada Newrozê
TEV-DEM'ê Newroz li gelan pîroz kir û bang li gelan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dagirkeriyê dakevin qadên Newrozê. -
'Li Efrînê terora dagirkeriyê û operasyona xapandinê'
Dagirkeriya Tirk a sê salan a li Efrînê, ji bo hovîtiya DAÎŞ'ê jî girantir bû. Tirkiye amadekariyan dike ku herêmê bi rengekî mayinde bi xwe ve girê bide. Ji serçeteyan jî komîteyek ava kiriye û hewl dide îmaja xwe 'baş' nîşan bide. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Efrînê daketin qadan
Li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daketin qadan û salvegera dagirkeriya li ser Efrînê protesto kirin. -
Sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine
Rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiribûn, ji raya giştî re eşkere kirin. -
Di salvegera 3'yemîn de gelê Efrînê û Şehbayê herikîn qadan
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê di salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan û gotin;"bi ruhê berxwedana Garê û Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin" -
Li dijî tecrîd û dagirkeriyê bi hezaran kes meşiyan
Li navçeyên kantoya Qamişloyê bi hezaran kes li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Efrînê daketin qadan. -
Rêveberiya Minbîcê: Wê berxwedan Efrînê rizgar bike
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbîcê got, “Ciwan wê bi têkoşîna xwe dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxînin.” -
MSD û Rêveberiya Xweser li dijî dagirkeriyê daxuyanî dan
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyanî da û got, “Dewleta Tirk Efrîn kiriye warê terorê.” -
Êzidiyên Helebî: Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê zext bê kirin
Mala Êzidiyan a Helebê siyaseta tecrîdê ya dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê zextê bike. -
Kurd: Efrîn kirine cihê terora Tirk
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got, ''Dewleta Tirk Efrîn weke Efganîstanê kiriye hêlîna terorê.'' -
Li Eyn Îsayê di şer de 3 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD) ragihand ku ji çeteyên Enqereyê yên êriş birin ser Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê Mihemed Tahêr Osman hate veşartin
Endamê Hêza Ewlekariya Hundurîn Mihemed Tahêr Osman yê ji ber krîza dil şehîd bû, li Qamişlo hate veşartin.