Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada Newrozê ne

Li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newrozê hate dadan. Gelên herêmê daketin qadên pîrozbahiyê.

Pîrozbahiyên îsal ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeran têk bibin" tên lidarxistin.

Li gelek bajaran agirê Newrozê hate dadan û gel herikîn qadan.

Pîrozbahiya li Kobanê li qada daristanî ya li rojavayê bajêr pêk hat. Ji Kurd, Ereb, Suryanî bi hezaran kesên ji pêkhateyên herêmê tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ku beşdar bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn, wê komên çand û hunerê yên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xidor ya Kobanê hunera xwe pêşkêş bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja Şemiyê ve tevî 1100 endamên xwe li qadê tedbîrên ewlekariyê wergirtine.

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê jî pîrozbahiyê li gundê Heliqê dest pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin.

Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li bendava Borzê ya li bakurrojhilatê navçeyê li hev kom bûn.

Pîrozbahiya li Dirbêsiyê jî li navenda navçeyê bi pêxistina meşaleya Newrozê dest pê kir. Li Tirbespiyê jî bi hezaran kes li bendava Mizeftê ya li bakurrojhilatê navenda navçeyê li hev kom bûn.