'Ferzkirina Lîreyê Tirk ji bo desteserkirina Efrînê ye'

Ekonomîstên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku dewleta Tirk bi qedexekirina Lîreyê Sûriyeyê li Efrînê, dest bi wê yekê kiriye ku dagirkeriyê veguherînin desteserkirinê.

Dewleta Tirk di Hezîrana 2020'î de bi rêya şaxê PTT'ê li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî yên li Sûriyeyê, bikaranîna Lîreyê Tirk (TL) teşwîq kir. Ji 19'ê Adarê û pê ve jî bikaranîna pereyê Sûriyeyê qedexe kir. Ekonomîst Çeleng Omer got, "Bikaranîna pereyê li vê herêmê serweriya dewleta li wir diguherîne. Tirkiye ji aliyê rêveberî, aboriyê ve ji her alî ve bi xwe ve girê da. Rejîma Sûriyeyê jî bêdeng e." Hevseroka Komîteya Maliyeyê ya Herêma Efrînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Lekto destnÎşan kir ku talana aborî ya Tirkiyeyê dewam dike.

Çeleng Omer anî ziman, qaşo meclîsên xwecihî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin, ji sala derbasbûyî û vir ve li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî biryar dane ku TL bi kar bînin û got, "Îdîa kirin ku bi hinceta qanûnên Sezar, ji ber ku nirxê Lîreyê Sûriyeyê kêm bû ji bo parastina rewşa aboriyê ya gel ev biryar dane." Omer Diyar kir ku ev yek tenê bahane ye, tenê xizmetê ji aboriya Tirkiyeyê re dike û got, "Lîreyê Tirk îro gelekî bêqîmet bûye. Vê meclîsa ser bi dagirkeran, bi rêya vê biryarê xizmetê ji gelên li herêmên dagirkirî re nakin, berevajî, ew xizmetê ji aboriya dewleta Tirk re dikin."

MÊTINGERIYA BI RÊYA ABORIYÊ

Çeleng Omer bi bîr xist ku di serî de Efrîn li hemû herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin demografî hatiye guhertin, qirkirina çandî hatiye kirin û qirkirina aboriyê pêk hatiye. Çeleng Omer got, "Efrîn niha ji aliyê aborê ve jî tê talankirin. Îxracata Tirkiyeyê ji van herêman 1.8 milyar dolar e. Sîstema aboriyê ya van herêman bi temamî bi Tirkiyeyê ve hatiye girêdan. Serêkaniyê û Girê Spî bi Walîtiya Rihayê ve hatine girêdan. Li van herêman qaşo meclîs hatine avakirin, lê belê biryar hemû ji aliyê dewleta Tirk ve tê wergirtin. Efrîn bi Walîtiya Hatayê, Ezaz û Cerablûs jî bi Dîlok û Kîlîsê ve hatine girêdan. Hemû berhemên Efrîn, Cerablûs û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve têne dizîn. Ev herêm bûne bazara dewleta Tirk. Bi vî rengî dagirkeriya xwe fînanse dike, maeşên çeteyan dide. Li gel êşkence, zext û komkujiyan her wiha ji aliyê aborî ve jî di nava şert û mercên giran de ye."

DESTESER DIKE, REJÎMA SÛRIYEYÊ BÊDENG E'

Çeleng Omer destnîşan kir ku qedexekirina bikaranîna pereyê Sûriyeyê û ferzkirina lîreyê Tirk êrişa li ser mafê serweriyê û wesfê dewletê ya Sûriyeyê ye û got, "Tirkiye amadekariyan dike ku Efrînê bike bajarekî ser bi xwe ve. Ev herêm ji aliyê aborî ve bi xwe ve girê daye ku ev yek bandorê li tevahiya SûriyeYê dike. Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, Cerablûs, Bab ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi rengê fermî bi dewleta Sûriyeyê ve girêdayî ne. Tirkiye guhertina demogarfîk dike û Tirkbûnê ferz dike. Amadekariyan dike ku herêmên dagirkirî bi Tirkiyeyê ve girê bide. Pereyê ku li herêmekê tê bikaranîn, serweriya wê dewletê nîşan dide. Dewleta Sûriyeyê li pêşberî van kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî bêdeng e."

TIRKIYE 10 SAL IN SÛRIYEYÊ TALAN DIKE

Hevseroka Konseya Maliyeyê ya Herêma Efrînê Fatma Lekto jî destnîşan kir ku Tirkiye ji sala 2011'an ve Sûriyeyê di heman demê de ji aliyê aborî ve jî talan dike. Lekto got, "Li Hûms, Hama, Heleb, Idlibê ku berê di bin dagirkeriya çeteyên Tirk de bûn, makîneyên li febrîqe û nexweşxaneyan hatin dizîn û birin Tirkiyeyê. Tirkiyeyê kesên ku koçî welatê wan kir bi mûçeyekî kêm mîna koleyan xebitand. Bi rêya çeteyan ya jî yekser bi xwe herêm dagir kir, gel xizan kir û bêperwerdetî bikaranî û zarokên gelên Ereb û Tirkmen kir çete."

EFRÎN BI DEWLEMENDIYA XWE JÎ BÛ HEDEF

Fatma Lekto bi dewamî got, "Dewleta Tirk dema ku Efrîn dagir kir genim, zeytûn, sabûn, zeyt, her tiştên li embarên Efrînê birin, revandin Tirkiyeyê. Makîneyên febrîqeyên li Efrînê bi destê çeteyan birin Ezaz û Cerablûsê yên di bin dagirkeriya Tirk de ne û ji wir jî revandin Dîlok, Kîlîs û Rihayê.

Efrîn li Sûriyeyê ew cih bû ku hilberîna zeytûn û zeytê lê herî pêşketî bû. Piştî dagirkeriyê gelek parzûngehên zeytê hatin talankirin. Yên mayî jî desteser kirin. Zeytûn û zeyta Efrînê birin Tirkiyeyê, ji wir jî li Ewropayê firotin. Berhemên çandiniyê yên li Efrînê hemû ji aliyê dewleta Tirk ve tên talankirin."

LÎREYÊ SÛRIYEYÊ HATE QEDEXEKIRIN

Fatma Lekto bi bîr xist ku çend roj in li bajarê Kurdan Efrînê bikaranîna pereyê Sûriyeyê hatiye qedexekirin û got, "Bi rêya vê yekê dixwazin qîmetê pereyê Tirk zêde bike. Sedem û armanca bingehîn a qedexekirina bikaranîna lîreyê Tirk li Efrînê û herêmên din ên qedexekirî ew e ku dewleta Tirk dixwaze van bajaran ji Sûriyeyê qut bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Bi vê yekê peyama 'Ev der ê bajarê Tirk e' didin. Ji xwe ji dema dagirkeriyê ve paqijiya etnîkî li dijî Kurdan tê kirin, demografî hatiye guhertin û perwerdeyê jî bi Tirkî dide. Rewşa Efrînê êdî ji dagirkeriyê veguheriye desteserkirinê. Ev rewş ne tenê ji bo Efrînê ye, ji bo hemû herêmên dagirkeriya Tirk lê heye, derbas dibe."