Cenazeyê Kobanê û Partîzan bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mistefa Şêx Mislim (Kendal Kobanê) ê 18’ê Adarê û Yasîn Avjî (Çekdar Partîzan ê 19’ê Adarê li Eyn Îsa şehîd bûbûn, li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şênî li Goristana Şehîd Dicle ya Başûrê Kobanê kom bûn da ku tevlî merasîma şehîdên QSD‛ê Mistefa Şêx Mislim (Kendal Kobanê) û Yasîn Avjî (Çekdar Partîzan) bibin.

Şehîd Çekdar Partîzan di berxwedana êrîşên artêşa Tirk a li dijî navçeya Eyn Îsayê ya 19‛ê Adarê de şehîd bû, lê şehîd Kendal Kobanê di 18‛ê Adarê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di merasîmê de, ji fermandarê QSD‛ê Heqî Kobanê wiha got: "Dijmin dixwaze moralên gelê têk bibe, lê şervanên me planên dijmin têk birin û niha cenazeyên kuştiyên wan li Eyn Îsayê li erdê ne."

Heqî Kobanê wiha domand: "Gelê me soza berdewama têkoşînê daye û em wek QSD‛ê soza xwe ya tohildanê nû dikin û soza şopandina rêça wan heta serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî didin."

Heqî Kobanê got: "Em şerê pêkanîna azadiyê dikin, heke pêk nehat em jiyaneke biewle najîn. Heke gelê me nebû yek, wê dijmin me têk bibe."

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hedle Hesen axivî û sersaxiya malbatên şehîdan kir.

Hedle Hesen diyar kir ku dijmin dixwaze mafên wan têk bibe, lê heke yekitî pêk hat, wê demê dijmin nikare bigihîne armancên xwe.

Di merasîmê de fermandarekî Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef beşdar bû û got: "Serê malbatên şehîdên ku xanê xwe ji bo mirovahî, azadî û jiyana hevbeş dayen, sax be."

Xelef wiha domand: "Me di oxira zirgarkirina xakê ji DAÎŞ‛ê de gelek şehîd dan û niha jî ji bo rizgarkirina herêmên me ji dewleta Tirk şehîdan didin."

Riyad Xelef li ser êrîşên dawîn ên li ser Eyn Îsa axivî û da zanîn ku hêzên meclisê bersiva êrîşên dewleta Tirk ên beriya çend rojan ve didan.

Xelef wiha axivî: "Hêzên me dagirkeriya Osmanî têk bir û em nahêlin ew li Eyn Îsa û gundewarên wê bi pêş bikevin. Em soz didin we û şehîdan dê li ser rêça wan heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê berdewam bikin."

Piştre Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û cenazeyê şehîdan spartin axê.