Wek ‘bombeya zindî’ hat nîşandan, lê ji endamtiya rêxistinê beraet kiribû
Polîsên Tirk ên di bin navê têkoşîna bi terorê re li 13 bajaran operasyon kirin, li Bagcilar a Stenbolê jina bi navê Gunay Ozarslan qetil kirin.
Polîsên Tirk ên di bin navê têkoşîna bi terorê re li 13 bajaran operasyon kirin, li Bagcilar a Stenbolê jina bi navê Gunay Ozarslan qetil kirin.
Polîsên Tirk ên di bin navê têkoşîna bi terorê re li 13 bajaran operasyon kirin, li Bagcilar a Stenbolê jina bi navê Gunay Ozarslan qetil kirin. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Ozgur Yilmaz ji ANF’ê re axivî. Yilmaz got ku ji bedena muwekîlê wê Ozarslan 15 gule hatine derxistin. Yilmaz diyar kir ku Ozaslan a wek “bombeya zindî” hatiye nîşandan berê bi îdîaya endama rêxistinê hatibû girtin, lê paşê beraet kiriye.
ÇAWA KETINE HUNDIR GULEBARAN KIRINE
Yek ji hedefên polîsên ku saet 05.00’ê sibehê girtin ser malan şoreşgera bi navê Gunay Ozarslan bû. Ozarslan li mala ku wek mêvan lê bû bi guleyên polîsan hat qetilkirin. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Ozgur Yilmaz ê çawa agahî bihîst çû cihê bûyerê diyar kir ku berevajî îdîaya polîsan ti nîşaneyên pevçûnê nînin û bûyer aşkera înfaz e. Yilmaz diyar kir ku polîsan destûr nedane biçin mala mijara gotinê û got: "Ne dozger ne jî emîrek hat cem me. Li ser vê me çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Piştî 3 saetan dema polîs çûn em ketin hundir. Ji derveyî Gunay li hundir 3 kes habûn. Malbat di şokê de bû. Îfadeyên wan girtibûn. Diyar bû pir tirsiyabûn. Bi zorê diaxivîn. Diyar kirin ku polîsan destûr nedaye derî vekin, derî şkandine û ketine hundir. Wê kêliyê Gunay ji bo zerar negihêje malbatê çûye odeya rûniştinê. Polîs çawa ketine hundir odeya Gunay gulebaran kirine. Jixwe odeya Gunay lê hatiye înfazkirin tijî kunên guleyan e.”
EM Ê GILÎ BIKIN
Yilmaz da xuyakirin ku polîsan nehiştiye di otopsiyê de amade bin, lê xwe gihandine encamên otopsiyê û ji bedena Gunay 15 gule hatine deristin. Yilmaz diyar kir ku muwekîlê wê berê bi îdîaya endama rêxistina DHKP/C salek û nîvekê li Girtîgeha Jinan a Sergirtî maye û paşê beraet kiriye.
Yılmaz got, “Faşîzmê careke din rûyê xwe yê qirêj nîşan da. Vê carê jî perdeya şerê li hember şoreşgeran bû DAIŞ.” Yilmaz da xuyakirin ku wê der barê polîsan de gilî bikin.