Ustun: AKP ji bo desthilatdariyê xwezayê, mirovan qetil dike

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun, şewitandina daristanan ji aliyê artêşa Tirk ve nirxand û got, "AKP ji bo desthilatdariyê, bi hêsanî xweza û mirovan qetil dike."

Ji ber gulereşandin û bomberdûmana artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan hektar daristan şewitîn. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun ev êrîşa bê perwa ji ANF'ê re nirxand û got, "AKP ji bo desthilatdariyê bi hêsanî xwea û mirovan qetil dike."

QÎMA XWE BI DARISTANAN NEANÎN, DOR HAT GUNDAN

Bomberdûmana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî ku zerar da gelek jîngehan, bi sedan hektar daristan jî şewitand. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun diyar kir ku ev êrîş êrîşêke pir alî ye û destnîşan kir ku AKP a neavabûna hikûmetê baş bi kar tîne û êrîşî xweza û mirovahiyê dike. Ustun bibîr xist ku şewitandina daristanan nû nîne, bi Liceyê destpê kiriye û anî ziman ku leşker qîma xwe bi şewitandina daristanan nîne, bi şewitandina gundan re dixwazin vala bikin û bixin bin kontrola xwe. Ustun da zanîn ku mirovên li Lice û Cûdî bi derfetên xwe hewl didin şewatê bitefînin û anî ziman ku AKP a xwezayê weke amûreke şer bi kar tîne, ji bo desthilatdariya xwe hem xwezayê hem jî mirovan qetil dike. Ustun got, "AKP di ser xwîna bi sedan mirovên ciwan, di ser xweza, daristan û sîstema eko ya bi sedan salan ava bû, di ser gundiyên Kurd ên li wir dijîn re hewl dide desthilatdariya xwe dewam bike."

WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR LI MERASÎMA CENAZE BÛ, QAŞO XENGÎN E

Ustun bal kişand ser pevçûnên ji ber astengkirina veşartina cenazeyê Gunay Ozarslan a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û diyar kir ku dewletê hewl daye li Gazî komkujiyekê pêk bîne. Ustun da xuyakirin ku weke parlamenterên HDP'ê ji bo lêkolînkirinê çûne Gazî, lê belê tîmên taybet nehiştine ew bikevin hundirê taxê. Ustun got, "Dema em li wezîrê karên hundir geriyan, ji me re got ku ew li Amasyayê di merasîmeke cenazeyê de ye û xemgîn e. Li cenaze bû, qaşo xemgîn e. Mirov tên kuştin, lê hinek bi erk û berpirsyariya xwe ranabin. Wezîrê Karên Hundir bi kêrî çi tê?" Ustun da zanîn ku wan du zarokên 8 û 10 ên li Gazî dilîstin hişyar kirine û got, "Min ji wan re got ji kerema xwe re biçin, hûnê birîndar bibin. Yek ji zarokan got, xwişkê; gaz nayê heta vir. Kengî min berê xwe zîviran ji maşînên zirxî yên akrep ber bi wan e bombeya gazê hat avêtin."

Ustun diyar kir ku mirov êdî nikarin cenazeyên xwe jî rakin û got, "Li kîjan devera cîhanê rezaleteke wiha hatiye dîtin? Di ser re rabin dibêjin; şert e forma li xw neyê kirin. Daxwaz û hewldana mirovan a yekane rakirina cenaze, ne tiştekî din."

DAIŞ'Ê QETIL KIR, AKP DIGIRE

Ustun anî ziman ku hikûmeta demkî bi tevgera bi vî rengî re hewl dide kaosê derxîne û got, "Eger dibêjin wê bi vî rengî hebûna xwe biparêzin, hingî xwe dixapînin." Ustun destnîşan kir ku ev desthilatdarî bixwaze jî nexwaze jî, hilweşîne jî bikuje jî, wê aştî were vê xakê, wê mirov bi biratî bijîn."

Usun di dewama axaftina xwe de got, "31 mirovên me yên ciwan ên bedew qetil kirin, lê hînê her kes hewl dide berpirsyariya xwe bi cih bîne. Xemgîniya me nayê vegotin, lê belê kesî ev der veneguherand gola xwînê" û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ku di bin navê DAIŞ'ê de li hemberî sosyalîst û tevgera Kurd tên kirin.

Ustun destnîşan kir ku AKP a heta niha bi DAIŞ'ê re di milê hev de dimeşiya, di hedefa wê de careke din şoreşger hene û got, "DAIŞ qetil dike, AKP digire."

Ustun axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ez ji wan bawer nakim ku li dijî DAIŞ'ê ne, bi awayekî vekirî bi DAIŞ'ê re tevdigerin. Dijminê wan em sosyalîst in. Ji ber ku em sosyalîst evîndarên azadî û aştiyê ne. Ji ber ku bi rastî jî em biratiya gelan dixwazin. Ji ber li vê xakê sînor di ku re derbas dibe bila derbas bibe em aştî, demokrasî, biratî û azadiyê dixwazin. Bawerim ji ber vê hevgirtina me ketine nava panîkê û êrîş dikin."