Ustun: li Taxa Gazî komkujî tê kirin

Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Beyza Ustun, diyar kir ku tîmên taybet niha li Taxa Gazî êrîşî gel dikin û got: “Sibe wê çend mirî hebin ne diyar e.”

Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Beyza Ustun, diyar kir ku tîmên taybet niha li Taxa Gazî êrîşî gel dikin û got: “Sibe wê çend mirî hebin ne diyar e.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Beyza Ustun a ji ANF’ê re axivî diyar kir ku hewl didin derbasî Taxa Gazî bibin lê tên astengkirin. Ustun got: “Min zarokên 12 salî dîtin, min got, li xwe dîqet bikin, gotin, ‘na na nayên me’. Û dema zarok çûn ji wesayîta zirxî ya akrep gule avêtin.”

Ustun diyar kir ku niha li Taxa Gazî rewşeke krîtîk heye, wesayîtên zirxî yên akrep digerin û komkujiyek rû dide.

Ustun wiha dewam kir: “Bila her kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike. Li Taxa Gazî wê çend mirin pêk bên ne diyar e. Kesî naxin taxê.”

Ustun diyar kir ku rojnamevanek ji ber fîşek li serî ketiye birîndar bûye û rewşa rojnamevan pir krîtîk e.