HDP: Îro ne roja bêdengiyê ye
HDP’ê daxuyand ku sînorê rewşa şîdetê ya ku Serokomar Erdogan afirandiye tune ye û armanca Erdogan ew e ku hilbijartineke ku wî careke din bi hêz bike biafirîne.
HDP’ê daxuyand ku sînorê rewşa şîdetê ya ku Serokomar Erdogan afirandiye tune ye û armanca Erdogan ew e ku hilbijartineke ku wî careke din bi hêz bike biafirîne.
HDP’ê daxuyand ku sînorê rewşa şîdetê ya ku Serokomar Erdogan afirandiye tune ye û armanca Erdogan ew e ku hilbijartineke ku wî careke din bi hêz bike biafirîne û nirxandina “êrîşên leşkerî û bombebaran, operasyonên binçavkirinên siyasî û pêkûtî bi dawî bibin” hate kirin.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkîldarî pêvajoya şer a ku AKP Tirkiyeyê dixe nav daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji 24’ê Tîrmehê vir ve Tirkiye ketiye nav pêvajoyeke nediyar û wiha hate gotin: “Hikûmeta AKP’ê, sezayên dewletê, artêşa pêvajoya aştiyê û pêvajoya bê çalakiyê ya bi dawî bike gavan diavêje. Binçavkirinên ku li hemû bajaran belav dibe û li dijî partiya me û hevparên me dike hedef, êşîşa hewayî ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, qedexekirina meşa ku ji aliyê Bloka Aştiyê ya Stenbolê ve dê bihata lidarxistin, serdegirtinên li dijî Egîtîm Sen û saziyên sivîl nîşan didin ku pêvajoya pêş wê bi zehmet derbas bibe.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan û AKP bi rojan e bi zemîna polîtîk û psîkolojîk vê pêvajoya nû ama dike bi diya çapemeniya xwe ve civakê ji bo rewşa pevçûnê amade dikin. Di daxuyaniya HDP’ê de wiha hate gotin: “Erdogan û Devutoglu bi polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn de derbe li aştiya civakî û bendewariyê aramiyê xistine. Rêya ku ketine wê derfetên çareserî û aştiyê texrîb bike.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê daxuyand ku çareseriya pirsgirêkên siyasî û dirokî yên civakê bi diyalog û muzakereyê û bi pêşxistina demokrasiyê ve pêkan e. Hate daxuyandin ku pêşeroja civaka Tirkiyeyê nikare teslîmî operasyonên ku bi kordînasyona MÎT’ê û emniyetê li derve û hundir pêk bên nikare bê teslîmkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sînorê şîdeta ku Erdogan amade kiriye tuneye. Hedefa wî ew e ku bingeha hilbijartina ku careke din wî bike hêz ava bike. Dixwaze koalîsyonê neyê avakirin û bihilbijartinekî ku Tirkiyeyê ber bi karesetê ve bike pêk bîne.” Di daxuyaniyê de hate gotin daxwaza AKP û Erdogan a ku dixwazin têkoşîna li dijî gelê Kurd û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bixin nava hev ti caran nayê qebûlkirin.
‘DIVÊ OPERASYON Û PÊKÛTÎ BÊN RAWESTANDIN’
Di daxuyaniya Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê de hate destnîşankirin ku divê êrîşên leşkerî û bomberan û operasyonên binçavkirinên siyasî bên rawestandin û wiha hate gotin: “Pirsgirêkên ku bêyî muzakereyê ve neyên çareserkirin tuneye. Em careke din bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikin ku îro roja rewastandin û bêdengiyê nîne. Werin em bi hev re pêvajoya aştî, çareserî, edalet, demokrasî û muzakereyê xurt bikin. Her deqîqeya ku bê windakirin dê gavên bên avêtin zehmet bike.”