Polîsan careke din êrîşî cenazeyê Ozarslan kirin

Polîsan careke din êrîşî cenazeyê Gunay Ozarslan kirin, ku di operasyona binçavkirinê de ew qetil kiribûn. Dayik Ozarslan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da û diyar kir ku polîsan 15 gule berdane keça wê ya di xew ne.

Polîsên Tirk ên di operasyona beriya du rojan a li Bagcilar a Stenbolê de Gunay Ozarslan înfaz kirin, vê carê jî êrîşî merasîma cenazeyê wê kirin. Piştî merasîma duh a li Mala Cem a Gazî, hat xwestin ku cenaze li Goristana Gazî bê veşartin, lê belê ji ber êrîşa polîsan merasîm ji bo îro hatibû taloqkirin. Girseya gel a li ber Mala Cem civiya îro jî rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî girseya gel kirin, ku di nav de parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Alî Kenanoglû û Tûrgût Oker jî hebû. Pevçûna ji ber êrîşa polîsan di navbera ciwanan û polîsan de derket, hînê dewam dike.

DAYIK OZARSLAN: DI XEW DE 15 GULE BERDAN KEÇA MIN

Dayika Gunay Ozarslan Makbûle Ozarslan di çalakiya protestokirina Akîtê de axivî û nerazîbûn nîşan da ku ev sê roj in polîs nahêlin ew cenazeyê keça xwe veşêrin. Dayik Ozarslan got, "Ez ê li gorî urf û adetê xwe keça xwe veşêrim. Keça min dema di xew de bû polîsan 15 gule berdan bedena wê. Yekane sûcê keça min ew bû ku şoreşger bû."