Di êrîşa polîsan de li Mersînê kesek bi giranî birîndar bû

Polîsan li navçeya Akdenîzê êrîş bi ser girseya operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk şermezar kir. Di êrîşê de kesek bi giranî birîndar bû.

Polîsan li navçeya Akdenîzê êrîş bi ser girseya operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk şermezar kir. Kesek bi giranî birîndar bû.

Li Taxa Şevket Sumer a girêdayî navçeya Akdenîz a Mersînê girseya operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk şermezar kir rastî êrîşa polîsan hat.

Piştî girse belav bû polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin derdorê. Bombeyeke gazê li serê kesekî navê wî nehat zanîn û li qata sêyemîn a aparmanê li şaneşînê rûndinişt ket. Hat ragihandin ku kesê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Polîs ku lêkolînan didomînin şûştina şaneşînê bal kişand.