Meşa Aştiyê jî hat qedexekirin

AKP a ku konsepteke nû ya şer xistiye dewrê, meşa aştiyê ya li Stenbolê bê lidarxistin, qedexe kir.

"Meşa Mezin a Aştiyê" ya ji aliyê Bloka Aştiyê ya li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê û terora DAIŞ a faşîst, ji Tepebaşi heta Aksarayê bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin.

Walîtiya Stenbolê ji nûnerên Bloka Aştiyê re teblîgat şand û bi hinceta Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînê ya bi Hejmara 2911'an, meş qedexe kir. Di biryarê de hat îdîakirin ku rêgeha meşê ne di nava qadên kombûn û meşê de ye.

Tê payîn ku Bloka Aştiyê der barê vê qedexeyê de daxuyaniyekê bide.