ROJANE
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag jî ket ber lêpirsînê
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der heqê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de bi îdîaya "pêkanîna propaganda rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin. -
Polîtîkayên AKP'ê li Torîno hatin protestokirin
Li bajarê Îtalya Torîno, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, bi meşeke meşaleyî hatin protestokirin. -
#ji şer re na, aştiyê biqîre
Endamên Hewldana Ciwanan a ji bo Aştiya Civakî li navenda Dêrsimê civiyan, ji dikandar, ajokar û şêniyên bajêr destûr girtin û afîşên bi slogana "Ji şer re na, aştiyê biqîre" daliqandin. -
Li hember Demîrtaş lêpirsîn, li hember wekîlan fezleke
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên sala bihurî der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de lêpirsîn da destpêkirin. -
HDP: Zîhniyeta şer da destpêkirin wê hesab bide
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da û got ku pêwîst e hesab bide. -
'AKP a nikare xwe li dengên HDP'ê rabigire serî li mobbîngê dide'
Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Yildirim nerazîbûn nîşanî pêkanînên mobbîngê yên li hemberî endamên SES ên Sêrtê da û destnîşan kir ku AKP nikare xwe li têkçûna 7'ê Hezîranê rabigire. -
Jinên Serhedî Arinç şermezar kirin
Jinên Serhedî Arinç ê heqaret li Aydogan a HDP’yî kir şermezar kirin. -
Li Wanê panzerên bê plaqe wesayîta DBP'ê eciqand: 1 birîndar
Li Wanê panzerên Midûriyeta Emniyetê yên demeke dirêj e li bajêr bê plaqe digerin, pê li wesayîta rêxistina DBP'ê ya bajêr a bi plaqeya 65 KD 632 kir. Di bûyerê de rêveberên DBP'ê yê bajêr Cebraîl Taş birîndar bû. -
Ji artêşa Tirk bomberdûman, ji gerîla çalakî
Artêşa Tirk bi hawan, obus, tank û çekên giran re bomberdûmana qadên gerîla dewam dike. Gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin van êrîşan. -
Parlamenterên HDP’ê: Dewlet bi zanebûn mudaxeleyî şewatan nake
Têkildarî şewatên li navçeya Licê yên Amedê parlamenterên Amedê yên HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin. -
DAIŞ, bi petrola difiroşe Tirkiyeyê şer fînanse dike
Buroya Şêwirmendiyê ya Amerîkan IHC, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi petrola Iraq û Sûriyeyê ya difiroşe salê 800 mîlyon dolar qezenc dike. Di raporê de hat destnîşankirin ku welatê herî zêde petrolê ji çeteyan dikire Tirkiye ye. -
Sînîrlîoglû hevdîtinên xwe yên li Başûr dewam dike
Musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû piştî hevdîtina duh a bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro jî bi YNK'ê re hevdîtin kir. -
MLKP FESK du çalakî girt ser xwe
MLKP FESK, bombeyên li ber rojnameya Star û Rêxistina AKP’ê ya Sancaktepe hatibûn danîn girt ser xwe. -
'AKP û Erdogan ji ber têkçûna li hemberî HDP'ê şer dan destpêkirin'
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên AKP'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirinên siyasî şermezar kir. -
Endama NCDK Ede û bavê wê di qeza trafîkê de jiyana xwe ji dest dan
Di qezayeke trafîkê ya li Dîlokê de endama Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê Elîf Ede û bavê wê Alî Ede jiyana xwe ji dest dan. -
Qirkirina siyasî dewam dike: Li 3 bajaran 26 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê di çarçoveya konsepta şer de ji nû ve xistiye meriyetê, dewam dikin. Li Sêrt, Amed û Bûrsayê di serdegirtinên malan de 26 kesên din hatin binçavkirin. -
HDP: Bila Meclîs pereyên Erdogan xerc dike lêkolîn bike
HDP'ê ji bo aşkerakirina pereyên ji aliyê Serokkomariyê ve tên xerckirin xwest Meclîs lêkolînê bide destpêkirin. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Kobanê difirin
Balafirên şer ên Tirk, ji danê sibehê ve li ser Kobanê difirin. -
Medya Swêdê: Bomberdûmanên Tirkiyeyê bi kêrî DAIŞ'ê tên
Medya Swêdê cihekî berfireh da êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê, li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê û destnîşan kir ku bombekirina PKK'ê bi kêrî çeteyên DAIŞ'ê tê. -
Li Amedê 2 kes hatin girtin
Ji 19 kesên li navçeyên Amedê hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin. -
Maskeya Tayyîp hat xistin - Cemîl Bayik
"Lîderên ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin, pevçûn derxistine gelekî kêm in. Lîder û rêveberiyên faşîst ji bo pirsgirêkên hundurîn biçewisînin li dij derve polîtîkayên şer dixin dewreyê. Tayyîp Erdogan jî lîderek di heman karakterî de ye." -
Polîsên Tirk ji bo ciwan bimire bi birîndarî li erdê hiştin
Li Cizîrê polîsan duh bi şev gule li 4 kesên ji wesayîtekê daketin û reviyan reşandin. Ji 2 kesên ji ber êrîşa polîsan birîndar bûn Hasan Nere yê 17 salî jiyana xwe ji dest da. -
Di êrîşa li Çinarê de 2 kes mirin
Di êrîşa çekdarî ya duh bi şev a li Çinarê li hemberî wesayîta polîsan a li dewriyê digeriya hat kirin de, yek jê polîs 2 kes mirin. -
Anarşîstên Swîsreyê komkujiya li Pirsûsê lanet kirin
Komên Anarşîst ên Swîsreyî bi meşekê komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin. -
Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Marsîlya û Madrîdê hatin protestokirin
Li bajarê Fransa Marsîla û paytexta Spanya Madrîdê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi girseyî hatin protestokirin.