Qanûna qedexekirina zewaca zarokan û bi zorê bê bandor ma

Hikûmeta Swêdê ji bo pêşî li zewaca bi zorê û ya bi temenê biçûk bigire, par di qanûna ceza de hin guhertin çêkir.

Hikûmeta Swêdê ji bo pêşî li zewaca bi zorê û ya bi temenê biçûk bigire, par di qanûna ceza de hin guhertin çêkir. Zewicandina zarokan û ciwanên ne li gorî dilê wan, weke sûc qebûl kir û biryar da ku 4 sal cezayê girtîgehê li kesên vî sûcî dikin, bê birîn.

Bi wesîleya 1. salvegera ketina meriyetê ya qanûnê, lêkolîn hatin kirin. Li gorî vê lêkolînê temamiya 23 lêpirsînên li ser sûcê dijderketina li vê qanûnê hatin meşandin bêyî were şopandin bi encam bûne û ceza li kesî nehatiye birîn.

Pispor Jûno Blom ku hikûmetê ji bo diyarkirina tedbîrên li hemberî şîdeta ji ber 'namûsê wezîfedar kir, anî ziman ku cezanekirina mirovekî bi tenê jî, gelekî cidî ye û da zanîn ku divê bi perspektîfeke berfirehtir li pirsgirêkê were temaşekirin.

Blom da xuyakirin ku şîdeta ji ber 'namûsê' û zewaca zarokan dewam dikin û got, "Bi taybetî meha Gulanê tirsnak e. Gelek ciwan serî li me didin û dibêjin ku ew bi guman in wan bibin derveyî welat û bi zorê bidin zewicandin."

Blom diyar kir ku di meha Gulanê de 93 kes bi gumana zewicandina bi zorê pê re bi rêya telefonê axivîne, piraniya van zarokên kêmî 18 salî ne û got, "Pênc jê 18 salî 11 ciwan bi zorê hatin zewicandin. Piraniya wan li derveyî Swêdê di nava şert û mercên nebaş de jiyana xwe didomînin."

Blom da zanîn ku neşopandina 23 zewacên bi zorê û di temenê biçûk de miradê wan di ber de hiştine û anî ziman ku pirsgirêk ne kêmbûna qanûnê ye, pirsgirêk ew e ku polîs û dozger ji aliyê zewaca bi zorê, zewicandina zarokan û şîdetê ve, ne xwedî agahiyên têrker in.

Blom got, "Dem qanûn ket meriyetê her kes li bendê bû ku di pratîkê de tiştek rû bide. Lê belê ev bi tenê retorîk e. Polîs û dozger tedbîrên divê bigirin, nagirin. Li Goteborgê dozgerî der heqê dozeke ku em pê re mijûl dibûn de, lêpirsîn jî venekir" û anî ziman ku lêkolînên hatine kirin nîşan didin ku dozgerî şaşîtiyê dike.

Ji afirînerên federasyona bi navê 'Pela û Fadîme qet ji bîr neke' ya ji bo têkoşîna li dijî şîdeta namûs û toreyê hat avakirin Seroka Giştî Sara Mûhammed jî mîna Blom da xuyakirin ku kêmasî ne ji ber qanûnê ye, kêmasî ne zelaliya emniyet û dadgeriyê ye.

Nivîskar Edûardo Grûtzky ê li ser tedbîrên divê li dijî şîdeta ji ber 'namûsêq' werin wergirtin çend pirtûk nivîsandiye, da zanîn ku qanûn di heman demê de xwedî fonksiyoneke pêşîgirtinê ye û divê êdî di pratîkê de bandora vê bê nîşandan.

...