Li Kobanê merasîma xiyabî ji bo şehîd hat lidarxistin
Li bajarê Kobanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Botan hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Li bajarê Kobanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Botan hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Bi sedan kes ji şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêvberiya Xweser ji bo şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Botan (Ibrahîm Şawî) ku di 7'ê Kanûna 2024'an de li Minbicê şehîd bû, merasîma xiyabî li taxa Miktelê ya bajarê Kobanê lidar xistin. Bi vê armancê kon hate vedan.
Di merasîma xiyabî de deqek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê Berdevka Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbata şehîd Botan re xwest û bejna xwe bi rêzdarî ji bo giyanê şehîdan tewand.
Eyşe Efendî diyar kir ku şehîd bi salane ji bo parastina axa û welatê xwe têdikoşin û got, "Şehîdên me ku ji bo gelê me bi rengekî azad û aramî bijî canê xwe feda dikin, divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û tu carî xwîna wan li erdê nehêlin. Ji ber ku bi saya raman û felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî azadî û şehîdên me li ser xeta Rêber Apo têkoşîn kirin ji bo ku em bi azadî bijîn."
Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin.
Piştî axaftinê wesîqeya şehîd Botan hat xwandin û radestî malbata wî hate kirin.