Însiyatîfa Gel a Amedê, li hember êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê ji bo pêşxistina çalakiyên vemirand û pêxistina lambeyan û derxistina deng a wê îşev saet 20.30’î destpê bike bang li her kesî kir ku derkevin kolanan û piştgiriyê bidin çalakiyê.
Însiyatîfa Gel a Amedê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê bi bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî û herî dawî hewldana şewitandina Licê re li hember gelê Kurd îlana şer kiriye û ev aşkera deklare kiriye. Însiyatîfa Gel a Amedê destnîşan kir ku tevgera gel a bi zanebûna xweparastinê re mijareke dest jê nabe û got: “Li hember konsepta şer a topyekûn berxwedana topyekûn şîara esasî ye.
Di vê çarçoveyê de ji bo pêşxistina çalakiyên vemirandin û pêxistina lambeyan û derxistina deng a wê îşev saet 20.30'î destpê bike, tevayî gelê me ku li herêm û taxên xwe derkevin kolanan û berteka xwe bi awayê herî radîkal nîşan bidin berpirsyatiyeke siyasî ye. Ev lîstikên qirêj ên AKP’ê yên li ser navê mayîndekirina desthilatdariya xwe tenê û tenê bi serhildanan û ruhê berxwdanê yê Kobanê dikare bên astengkirin.”