OGC, li hember astengkirina navgînên weşana muxalif nerazîbûn nîşan da û got: "AKP desthilatdariya bi hilbijartina 7’ê Hezîranê winda kir, dixwaze bi zora çekê û welat bixe nav şer ji nû ve bi dest bixe.”
Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC), piştî bomberdûmana li hember herêmên gerîlayan têkildarî astengkirina weşana çapemeniya azad daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'ERDOGAN Û ARINÇ FERMAN DAN'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji roja hikûmeta hikûmeta AKP’ê bûye desthilat tevayî derfetên dewletê bi kar tîne, polîtîkaya zexta li ser çapemeniya muxalif zêde dike û got: "Di demên dawî di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokwezîr ê Demkî û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç rayedarên desthilatdariyê weke ev 13 sal in dike, dîsa bi binpêkirina Destûra Bingehîn û qanûnan daxuyaniyên ku çapemeniya azad dikin hedef nîşan didin. Arinç ê demekê ji çapemeniyê jî berpirsyar bû di kanaleke televizyonê ya beşdar bû, navê Ozgur Gundem û Roja Çapemeniya Azad bibîr anî û wek hedef nîşan da. Burokrasiya ewlekariya dewletê jî ya ev wek ferman girt dest, ji duh êvarî ve Ajansa Nûçeyan a Dîcle, Ajansa Nûçeyan a Hawar , Ajansa Nûçeyan a Firat, Rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan Roj, Yuksekova Haber û bi dehan navgînên weşanê yên li ser înternetê bi biryara TÎB hatin astengkirin.”
Piştî fermana Erdogan û Arinç hemwext astengkirina weşanê ya bi dehan navgînên çapemeniyê, malperên înternetê û li hember rojnamegeran darp û binçavkirin destpê kiriye. Duh li navçeya Rezan a Amedê dema rojnameger Îbrahîm Karakaş diçû mala xwe polîsan bi awayekî korsanwarî xwestine birevînin. Karakaş piştî ku bi darê zorê xistine wesayîta polîsan bi deqeyan lêdane û piştre avêtine kêleka rê. Duh li Aydinê di dema serdegirtina malan de Nûçegihanê Aydinê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Kenan Koç hatiye binçavkirin.”
‘AKP HEWL DIDE BI RÊYA ŞER DESTHILATDARIYÊ BI DEST BIXE’
Tê dîtin ku AKP ji bo desthilatdariyê dîsa bi dest bixe, weke di komkujiyên Pirsûs û Amedê de dikare serî li her cure dînîtiyê bide. AKP desthilatdariya bi hilbijartina 7’ê Hezîranê winda kir, dixwaze bi zora çekê û welat bixe nav şer ji nû ve bi dest bixe.”
OGC bang li AKP’ê kir daku dawî li êrîşên li ser navgînên weşanê û rojnamegeran bîne.