Polîsên avêtin ser Egîtîm-Senê biryara dadgehê guherandin
Polîsên avêtin ser Egîtîm-Senê, li ser biryara dozgeriyê ya 'wê lêgerîn li mêvanxaneyê bê kirin' zêde kir û li tevahiya avahiyê geriyan. Hewl tê dayîn ku birîndar bên binçavkirin.
Polîsên avêtin ser Egîtîm-Senê, li ser biryara dozgeriyê ya 'wê lêgerîn li mêvanxaneyê bê kirin' zêde kir û li tevahiya avahiyê geriyan. Hewl tê dayîn ku birîndar bên binçavkirin.
Polîsên AKP'ê ku ev du roj in diavêjin ser mal û saziyan û mirovan digirin binê çavan, îro jî avêtin ser navenda giştî ya Egîtîm-Senê. Di serdegirtinê de hukmên Pakêta Ewlekariyê ya Hundir, bicih hatin anîn.
Ji bo hinceta serdegirtinê jî polîsan gotin 'Birîndarên ji Kobanê hatine tên tedawîkirin'.
POLÎSAN BIRYARA DADGEHÊ GUHERANDIN
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ti biryareke dadgehê nîne ku polîs li tevahiya avahiyê bigerin. Dadgehê biryar daye ku bi tenê li mêvanxaneyê lêgerîn were kirin. Lê belê polîsan bi destan li ser kaxiza biryara dadgehê nivîsandin û dest bi lêgerîna li tevahiya avahiyê kirin.
BIRÎNDAR TÊN BINÇAVKIRIN
Tê xwestin ku 6 birîndarên ji bo tedawiyê hatin Enqereyê û ji nexweşxaneyan derketin, lê ji ber ku kontrolên wan hînê dewam dikin li mêvanxaneyê dimînin, werin binçavkirin. Bi sedema ku wê 'bibin nexweşxaneyê' 2 birîndar ji avahiyê hatin derxistin.
Lêgerîna polîsan a li avahiyê dewam dike.
Egîtîm-Senê ragihand ku di serdegirtinê de Pakêta Ewlekariyê ya Hundir bi cih tê anîn û got, "Serdegirtin û lêgerîna li sendîkaya me, ji polîtîkayên şer ên AKP'ê ne cuda ye. Egîtîm-Sen wê li hemberî van zextan li ber xwe bide."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yên ku dibêjin bi van zextan re wê çavê me bitirsînin, xwe dixapînin. Ev helwesta derveyî hiqûqê mîna yên beriya xwe, wê werin pûçkirin."
LI SEMSÛRÊ 3 KEDKARÊN PERWERDEYÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Li aliyê din di serdegirtinên li Semsûrê de endamên Egîtîm-Senê Mehmet Emîn Kiliç, Omer Farûk û Alî Alper hatin binçavkirin. Li Enqereyê endama SES'ê Rona Temellî jî hat binçavkirin.