Serdana heyeta Îtalyayê ya li Şengalê hate astengkirin, Rêveberiya Xweser şermezar kir

Heyeta ji dilxwaz û bijîşkên Îtalî ku ji bo çavdêrîkirina projeyên tenduristî û xizmetê yên li Şengalê xwest biçe herêmê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve hate astengkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ev astengî şermezar kir.

Heyeta Îtalî ku beriya niha nekarî xwe bigihîne kampa penaberan a li Mexmûrê, piştre xwest derbasî Şengalê bibe. Heyet li Telaferê hate astengkirin û demeke kurt li Mûsilê hata ragirtin. Li gel astengiyan hemûyan heyet gihîşt Şengalê û dema xwest serdana Nexweşxaneya Serdeştê ya li Sinûnê bike, ji aliyê artêşa Iraqê ve hate rawestandin û vegerandin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê diyar kir ku şandeyê beriya niha li herêmê projeyên tenduristî, jin, zarok û perwerdeyê amade kir û ji bo çavdêriyê li van projeyan bike careke din hate herêmê. Komîteyê ragihand ku astengiya hêzên Iraqê pêşî li xizmetên tenduristiyê û projeyên nû girtiye.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê de jî hate ragihandin ku hêzên hikumeta Sûdanî zextê li xelkê Êzidî dike û bang li hêzên siyasî û raya giştî ya Iraqê hate kirin ku li hemberî van kiryaran helwestê nîşan bide.

Rêveberiya Xweser got, "Em bang li gel û hêzên siyasî yên Iraqê dikin ku li hemberî van kiryarên neheq helwesteke şênber nîşan bide. Polîtîkayên dorpêçkirin û zextê yên li Şengalê birînên xelkê me yê ji komkujiyê rizgar bûye kûrtir dike. Ev yek jî zerarê dide yekîtiya gelên Iraqê."