Birîndarên Kobaneyî yên li Enqereyê hatin binçavkirin
Di çarçoveya konsepta şerê topyekûn ê bi fermana hikûmetê re li dijî Kurdan hat destpêkirin de, li Enqereyê danê sibehê 10 kes ku di nav de birîndarên Kobanê jî hebûn, hatin binçavkirin.
Di çarçoveya konsepta şerê topyekûn ê bi fermana hikûmetê re li dijî Kurdan hat destpêkirin de, li Enqereyê danê sibehê 10 kes ku di nav de birîndarên Kobanê jî hebûn, hatin binçavkirin.
Li Enqereyê danê sibehê di serdegirtinên malan de 10 kes hatin binçavkirin. Di anva binçavkiriyan de Di nava binçavkiriyan de xebatkarê Komeleya Piştgiriya Rojava Arîf Yildiz, endama SES'ê Rona Temellî, xebatkarên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Nûrî Aslan, Hasan Koçak, Huseyîn Koçak, welatiyê bi navê Eser ê paşnavê xwe nehat zanîn û Şîrîn Kandemîr hene.
Di nava birîndaran de 3 kesên di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de birîndar bûn û ji bo tedawiyê anîn bajêr jî, hene.
Ji binçavkiriyên duh 4 kes, piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.