Li Patnosê tevgera keşfê
Artêşa Tirk ji 23'ê Tîrmehê heta saet 16:00 ê îro, li qada Gamişvan a ser bi navçeya Agirî Patnosê keşif kir.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa Tirk, ji 23'ê Tîrmehê û vir ve li qada Gamişvan a Patnosê keşif kirine.
Tê gotin ku di 23'ê Tîrmehê de Avkevira Agiriyê tîmên taybet ên bi maske, zext li gel kirine û gef xwarine. Çavkaniyen herêmî dan xuyakirin zext û gefên bi heman rengî li qada Gerdinê jî rû dane. Duh danê nîvro jî ji Agirî ber bi Giyadînê bi 6 maşînên mezin ên leşkerî leşker hatin veguhastin.