Yuksekdag: Bila kes ranebe me tehdît neke

Yuksekdag îlana şer a AKP'’ê ya li hember gelan nirxand û got: "Li vî welatî xwediyên aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê hene, ev nirx ne bê xwedî ne.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag a li Stenbolê bersiv da pirsên rojnamevanan, Yuksekdag îlana şer a AKP'’ê ya li hember gelan nirxand û got: "Li vî welatî xwediyên aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê hene, ev nirx ne bê xwedî ne. Bila kes ranebe me tehdît neke, ti hêviyan ji van tehdîdan nekin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a tevlî daxuyaniya Bloka Aştiyê ya Stenbolê bû bersiv da pirsên rojnamevanan.

Yuksekdag bibîr xist ku meşa aştiyê hatiye qedexekirin û got: "Ev qedexekirin ji aliyê hikûmeta demkî ve nîşaneya pêkanîna polîtîkayên şer û aloziyê ye.”

'EM DESTÛR NEDIN ŞER BIKIN'

Yuksekdag ji bo tiştên rû didin got “Rejîmeke navber a darbeyê ferz dike tê jiyîn” û wiha dewam kir: "Em ê di van şert û mercan de şer bi wan nedin kirin. Me got, ‘Em ê nekin serok, em ê rêya dîktatoriyê li we venekin’. Em li ser gotina xwe sekinîn. Ji niha û pê ve jî bi yekîtiya gelê me, bi helwesta demokratîk û israra aştiyê em ê bi heweskarên şer, şer nedin kirin. Li vî welatî xwediyên aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê hene, ev nirx ne bê xwedî ne. Eger bixwazin em li holê ne. Canê me jî têkoşîna me jî ji bo van nirxên pîroz li holê ye. Bila kes ranebe me tehdît neke, ti hêviyan ji van tehdîdan nekin. Bi mirin û tehdîdan qet nikarin pêşeroja Tirkiyeyê ronî bikin wê tarî bikin. Em ê destûr nedin tarî bikin. Em ê destûr nedin şer bikin, destûr nedin şer bidin kirin."