Li Dersimê pevçûn: Serokê Cemxaneyê û biraziyê wî mirin

Li gundê Kîl ê navçeya Qisle ya Dersimê şerê bi çekê derket. Di şer de Serokê Cemxaneyê û biraziyê wî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ya gundê Kîl Yaşar Seyrek û biraziyê wî D. S. di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku şer di navbera H. Y û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ya gundê Kîl Yaşar Seyrek de derket.

Şer veguherî êrîşa çekdarî.

Piştî êrîşê Yaşar Seyrek (50) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, biraziyê wî Denîz Seyrek (18) jî piştî bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelî û li wir jiyana xwe ji dest da.

H. Y ji aliyê jendermeyan ve hate binçavkirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn dewam dike.