Di operasyonên qirkirina siyasî de bi sedan kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî, ku di çarçoveya îlana şer de AKP'ê da destpêkirin, îro jî dewam dikin. Heta niha bi sedan kes hatine binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî, ku di çarçoveya îlana şer de AKP'ê da destpêkirin, îro jî dewam dikin. Agahiyên heta niha li ser operasyonên qirkirina siyasî zelal bûne, bi vî rengî ne:

STENBOL

Li Stenbolê ku duh zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin, polîsan danê vê sibehê bi piştgiriya hêwayî li Beyoglûyê avêtin ser malan. Serdegirtin li Kolana Kûrtoglû û Haci Ahmet Karakolû yên taxa Haci Ahmet, kolanên Ebûriza Dergahi û Pîr Husamettîn hatin kirin. Her wiha li Gazîosmanpaşa û Sûltaybeyliyê jî polîsan avêtin ser malan.

Li gorî agahiyên ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz hatin wergirtin, li Gazîosmanpaşayê Zekî Epceref, Veysel Yîgîttekîn, Metîn Orhan, Dilbirîn Orhan, li Sûltanbeyliyê Yûsûf Bedîr, li Beyoglûyê Leyla Aslan û Serhat Demîrkan hatine binçavkirin.

SEMSÛR

Li Semsûrê 15 ciwanên Kurd hatin binçavkirin.

ÎZMÎR

Polîsên Tirk li Îzmîrê, li taxa Asarlikê avêtin ser malan. Di operasyonan de gelek kes hatin binçavkirin.

DÊRSIM

Ekîbên polîsên Tirk li Dêrsimê, operasyonên serdegirtinê yên hevdemî pêk anîn û gelek kes kirin binçavan. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.

EDENE

Li Edeneyê polîsan bi desteka helîkopteran danê vê sibehê li Gulbahçesî, Dûmlûpinar, Daglioglû û gelek taxên din avêtin ser malan. Bi îdîaya endamên YDG-H ne gelek ciwan kirin binçavan.

ERZÎNGAN

Li Erzînganê jî di serdegirtinan de tevî endamên DHF, 8 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de rêveberê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ferhat Çam jî heye.