Konê serxweşiyê yê li Kolnê bi bîranînê re hat rakirin

Konê serxweşiyê yê çar roj in li bajarê Elmanya Kolnê ji aliyê Federasyona Komeleyên Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle hatibû vedan, bi merasîmeke bîranînê hat rakirin.

Konê serxweşiyê yê çar roj in li bajarê Elmanya Kolnê ji aliyê Federasyona Komeleyên Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle hatibû vedan, bi merasîmeke bîranînê hat rakirin.

Li konê li ber HBF hat vedan, ji bo şehîdên Pirsûsê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê AvEG-Konê axivî û bal kişand ser êrîşên keriyê êrîşkariyê yê AKP'ê DAIŞ'ê. Hevserok diyar kir ku ti hêz wê nikaribe pêşî li meşa mirovên pêşverû, şoreşger û sosyalîst bigirin û anî ziman ku divê ti kes ji operasyonên xapandinê yên AKP a hevkarê DAIŞ'ê ye, bawer neke. Hevserokê AvEG-Konê şehîdên Pirsûsê bibîr anî û destnîşan kir ku nobedarên tarîtiyê zû yan jî dereng wê hesap bidin.

Di axaftina li ser navê NAV-DEM (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna yekbûyî û hat destnîşankirin ku roj roja mezinkirina têkoşîna yekbûyî ye.

Di bîranînê de belavoka TKÎP a li ser Pirsûsê hat xwendin.

Di bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna 31 ciwanan, pêşkêşiyeke kurt hat kirin.

Komîteya vedana kon, ji hemû kesên ev çar roj in wan ziyaret dikin, dostên wan ên ew bi tenê nehiştine û bi taybetî jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê re spasiyên xwe pêşkêş kir.

Kon bi banga tevlîbûna li meşa îro saet 14:00 a li ber HBF a Kolnê bi dawî bû.

Eniya Gel jî roja 24'ê Tîrmehê Komeleya Çandê ya Multî ya ser bi AGÎF'ê ziyaret kir û ji ber qetilkirina 31 ciwanên sosyalîst li Pirsûsê, sersaxî xwest.

Nûnerên Eniya Gel di axaftinên xwe yên li vir de, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna yekbûyî.

...