Polîsan avêtin ser Egîtîm-Senê

Polîsan avêtin ser mêvanxaneya Navenda Giştî ya Egîtîm-Senê û bi hinceta 'birîndarên ji Kobanê' lê hene, lêgerîn kirin.

Polîsên AKP'ê yên ev du rojên diavêjin ser mal û saziyan û mirovan digirin binçavan, îro jî li mêvanxaneya Egîtîm-Senê ya li navenda giştî.

Ji bo sedema serdegirtinê jî polîsan îdîa kirin ku îxbar li wan hatiye kirin ku birîndarên ji Kobanê li mêvanxaneyê ne.

Tê payîn ku lêgerîna li Egîtîm-Senê heta saet 16:00 dewam bike.

Li aliyê din di serdegirtinên li Semsûrê de endamên Egîtîm-Senê Mehmet Emîn Kiliç, Omer Farûk û Alî Alper hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan li Enqereyê jî endama SES'ê Rona Temellî hatiye binçavkirin.