Li Landskronayê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
Li bajarê Landskrona yê başûrê Swêdê pêşengên azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Li bajarê Landskrona yê başûrê Swêdê pêşengên azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Landskrona yê başûrê Swêdê pêşengên azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi çalakiyekî bi bîr anîn. Çalakî bi banga Meclîsa Gel a Swêdê yê Başûr hate organîzekirin.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel Hîva Kobanî diyar kir ku ji hevrêyên ewil ên Rêber Apo û ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn “stêrk û ronahiya” têkoşîna azadiya Kurdistanê ne.
Kobanî anî ziman ku ew ê pêşengên xwe yên ku vê têkoşînê heta îro anîne ji bîr nekin û destnîşan kir ku her du kadroyên pêşeng jî di şêwegirtina Şoreşa Rojava de rolên girîng lîstine.
Li ser navê malbatên şehîdan jî Mehmet Amed axivî û got ku mîrateya pêşengên tevgera azadiyê xeta têkoşînê afirand ku gelê Kurd li cîhanê bên dîtin.
Amed diyar kir ku serdema nû ku Rêber Apo da destpêkirin bi xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya van pêşengan bi ser bikeve.
Çalakî bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Kaytan û Altûn dewam kir. Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.