Onder: Maliyeta civakî ya şerê AKP'ê daye destpêkirin wê gelekî mezin be!
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder destnîşan kir ku maliyeta civakî ya bomberdûmana hikûmetê ya li hemberî gerîla pêk tîne, wê gelekî mezin be.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder destnîşan kir ku maliyeta civakî ya bomberdûmana hikûmetê ya li hemberî gerîla pêk tîne, wê gelekî mezin be.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, nerazîbûneke tund nîşanî bomberdûmana li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî da.
'ŞERÊ JI BO MAYÎNA LI SER DESTHILATDARIYÊ'
Onder ji ANF'ê re axivî û got, "Ev ne operasyoneke leşkerî ye. Bi destê leşkeran, di ser leşkeran re operasyoneke siyasî ye. Hikûmeta niha ya li welêt hikûmeteke îstifakirî ye. Ev hikûmet hemû temayûlên dîroka me ya siyasî tine dihesibîne û şerekî ku ji bo li ser desthilatdariyê bimîne daye destpêkirin. Maliyeta civakî ya vî şerî wê gelekî mezin be.
Beriya niha min li daxuyaniyên Davûtoglû temaşe kir. Du astên tirsnak hene; ya yekemîn, li nava çavên gel dinêre û bi dengekî dicirife derewan li gel dike. Ya ji vê bêhtir tirsnak jî; bûyer û operasyonên herêmî yên ku tesfiyaya wî jî di nav de ye fêm nake. Me li Serokwezîrekî îstifakirî yê pirsgirêka xwe ya kapatîte û qebiliyetê heye, temaşe kirin. Bila dîrok vê yekê li cihekî binivîsîne; Hêzên ku Davûtoglû bi vî rengî nepixandin, wê wî di nava 6 mehan de li sergoyê siyasî yê ku dîrokî êdî bibîr nîne, bicih bikin. Davûtoglû di rewşa niha de mîna Sûat Hayrî Urguplu, Ferît Melen, Naîm Talû û yên mîna wan serokwezîrê rejîmeke navberê ye. Eger li cem wî piçek ji rûmeta siyasî û cesareta demokratîk mabe, wê li gorî gotina xwe ya beriya hilbijartinê ku digot, 'eger ez encameke ku karibe bi tena serê xwe bibe desthilatdar bi dest nexim, ez ê wezîfeya xwe radestî hevalekî din bikim' bicih bîne. Tevî ku ne maf û hedê wî ye, berî ku li hemberî partiya me û me gotinên fezîletê bike, bila polîtîkayên xwe yên ku piştî tilîliya Serokkomar yekser jê vegeriya, bîne bîra xwe.
Tevî hebûna van mirovên fêm nakin, bê erk in û bê nirxin, wê aştî li ser vê xakê serdest be."
HEVSEROK Û WEKÎL WÊ BIRYARÊ BIGIRIN
Onder anî ziman ku îro saet di 15:00 de hemû hevserokên saziyên siyasî û Heyeta Muzakereyê ya Îmraliyê, roja Sêşemê jî hemû wekîl bên cem hev û biryarên li ser pêvajoya hevpar werbigirin û bi biryardarî bixin meriyetê.
Onder diyar kir ku ji duh û vir ve wan bi rayedarên hikûmetê re ti hevdîtin nekirine.