HDP: Medyaya alîgir HDP'ê hedef nîşan dide

Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan, li ser weşanên medyaya alîgir a AKP’ê ya partiya wan hedef nîşan dide daxuyaniyek nivîskî wişand.

Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan, li ser weşanên medyaya alîgir a AKP’ê ya partiya wan hedef nîşan dide daxuyaniyek nivîskî wişand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Medyaya alîgira AKP’ê êrîşên xwe yên li hember partî û gelê me û hêzên demokrasiyê dewam dike. Ev medyaya alîgir a dît ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de çavkaniyên xwe jê xwedî dikin ziwa dibin, ji bo tola hilbijartinan ji HDP’ê rakin kampanyayeke êrîşê ya pir bi tehluke rêxistin dikin” û wiha dewam kir: 

'WEKÎLÊ ME JI BO DAIŞ'Ê WEK HEDEF HAT NÎŞANDAN’

Ji kanalên medyaya alîgir A Haber’ê duh li ser Parlamenterê me yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nûçeyeke hedef dide nîşandan, bi derew û bêbextî weşand. Ev kanala bêbext wekîlê me weke kuryeyê çekên wê biçin Kobanê da naskirin. Bi nave wekîlê me û hin cebilxaneyên nediyare ka li ku hatiye kişandin anîne gel hev û bi vî awayî mîna peyam daye DAIŞ’ê. Heman kanalê bi nûçeyên weke ‘Vaye plana bi xwîn a HDP’ê’, ‘Vaye wekîlê kurye ’ partiya me û wekilê me ji bo artêşa kujeran DAIŞ’ê weke hedef daye nîşandan. Li gel vê di hejmarên gelek rojnameyên alîgir ên îro de li hemberî HDP’ê kampanyayek topyekun dane destpêkirin. Pir balkêşe ku ji milekî ve DAIŞ êrîşî me dike, ji milê din ve jî hemwext medyaya alîgir êrîşî me dike.

Tê fêmkirin ku ev nûçeyên komployê ji aliyê yekeyeke li Midûriyeta Polîsan a Rihayê ku ev yeke bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ye tê servîskirin. Armanca vê yekê hem HDP ji bo DAIŞ’ê weke hedef dana nîşandane û bi vê re jî HDP’ê bê îtîbarkirin û hem jî nixumandina komkujiya Pirsûsê ye. Armanca kesên van nûçeyan servîs dikin ev e ku hedefê berevajî bikin û bi vê re jî DAIŞ’ê derxin paqijiyê. Dixwazin feraseta li hember DAIŞ’ê ya di civakê de çêbûye berevajî bikin.

‘BANG JI RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ RE’

Her wiha bang li Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê û Konseya Çapemeniyê û hemû rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê hat kirin ku li hemberî van kes û aliyên rêgezên rojnamevaniyê di aliyê xerab de bi kar tînin û etîka pişeya rojnamevaniyê binpê dikin de bibin xwedî helwest.