Komkujiya li Pirsûsê û êrîşên artêşa Tirk li Ewropayê tên protestokirin
Li hemberî komkujiya li Pirsûsê, bomberdûmana dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirna siyasî, nerazîbûna Kurdên li Ewropayê dewam dikin.
Li hemberî komkujiya li Pirsûsê, bomberdûmana dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirna siyasî, nerazîbûna Kurdên li Ewropayê dewam dikin.
Li hemberî komkujiya li Pirsûsê, bomberdûmana dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirna siyasî, nerazîbûna Kurdên li Ewropayê dewam dikin.
REGENSBÛRG
Li bajarê Regensbûrg ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana gelek herêmên Kurdistanê, mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de gelek Kurdistanî, şoreşger demokratên Tirkiyeyî û dostên Kurdan ên Elman amade bûn.
Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku dewleta Tirk agirbesta yekalî qedandiye, li Pirsûsê komujî kiriye û 31 ciwanên ji bo piştgiriyê bidin Kobanê hatibûn, qetil kiriye. Hat ragihandin ku hikûmeta Tirk qîma xwe bi komujiyê re neaniye û di bin navê xapandina 'bombekirina DAIŞ'ê de nîşan daye ku armanca wê ya bingehîn tinekirina destketiyên li Sûriyeyê ye.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku bombekirina DAIŞ'ê bi tenê çend bombeyên li cihê vala hatine xistine û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk dixwaze herêmên YPG lê serdest e, bêbandor bike.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser xweranegirtina li serketina HDP'ê û hat destnîşankirin ku Kurdistanî wê bi gelên cîhanê û şoreşger demokratên Tirkiyeyî re, li hemberî dewleta Tirk ji sedî sed bi ser bikevin.
LI CREÎLÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ Û BÎRANÎN
Li bajarê Fransa Creîlê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li hemberî bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û Komkujiya li Parîsê, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Dûre li Lokala Mala Çanda Anatolî ya Nûrheq, ji bo şehîdên Pirsûsê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Daxuyaniya çapemeniyê saet di 13:00 de li ber Gara Trenê ya Creîlê hat dayîn û tevî nûnerên ACTÎT, SKB, Mala Çanda Anatolî ya Nûrheqê, gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta faşîst a Tirk û AKP di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de li dijî Kurdan, derdorên çep, sosyalîst û şoreşger şerekî berfireh daye îlankirin û hat destnîşankirin ku komkujiya li Pirsûsê, bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û girtina bi sedan mirovan, mînaka şênber a vê yekê ye. Daxuyanî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
Piştre li Lokala Mala Çanda Anatolî ya Nûrheq, ji bo şehîdên Pirsûsê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, nûnerên saziyan axivîn. Merasîm bi nîşandana sînevîzyon û qîrîna dirûşmên "Şehîdên Şoreşê Namirin" bi dawî bû.
LI NICE'YÊ MEŞ Û MÎTÎNG
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên girtinê, li bajarê Franca Nice bi meşekê hat protestokirin. Di axaftinên li meşê de hat ragihandin ku dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike û banga hestyarî û hişyariyê li raya giştî ya Fransa û cîhanê hat kirin.
Meş bi mîtîngekê bi dawî bû. Hat ragihandin ku çalakiyên li Nice û derdora wê wê dewam bikin.
ST POLTEN
Li bajarê Awûstûrya St. Polten û derdora wê, ji bo mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan civîneke bîranînê hat lidarxistin.
Civîna li Navenda Civaka Demokratîk a St. Poltenê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê ki. Ji Însiyatîfa Karkerên Koçber li Awûstûryayê (AGÎÎ) Huseyîn Aslan di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku haya AKP û MÎT'ê ji komkujiyê hebû û destnîşan kir ku ev ne komkujiyeke ji rêzê ye.
Ji Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Awûstûryayê Gulbey Koseoglû jî da xuyakirin ku êrîşên dema dawî ne li hemberî DAIŞ'ê ne, li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tên kirin. Koseoglû da zanîn ku li hemberî teror û faşîzma AKP'ê divê Kurd, Tirk an Elewî her kes bi hev re tevbigerin. Koseoglû da xuyakirin ku êrîş û komkujiyên dawî li ser Elewiyan rêxistinbûyîn û xwe parastinê ferz dike.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser komkujiya li Pirsûsê hat nîşandan. Di dawiya bîranînê de ji bo meşa îro ya şermezarkirinê ya li Viyanayê banga tevlîbûnê hat kirin.
LI STASYONA TRENÊ YA ROTTERDAMÊ ÇALAKÎ
Kurdistaniyên li bajarê Hollanda Rotterdamê civiyan, li stasyona Ceentraal a Rotterdamê xwe li erdê dirêj kirin û çalakiya protestoyî lidar xistin. Girseya gel dirûşmên 'Tirkiye bombeyan li Kurdan dibarîne, bêdengî erêkirin e' qîriya û li dijî bomberdûmanê pankartên bi zimanê Flamanî hatin nivîsandin hilda.
Kurdistaniyan her wiha belavokek xwendin û bang li gelê Hollandayê kirin ku li hemberî komkujiyan hişyar û hestyar be. Di çalakiyê de timî dirûşmên 'Kujer Erdogan' hatin qîrîn.
LI BARCELONAYÊ LI BER KONSOLOSXANEYA TIRK ÇALAKIYA PROTESTOYÎ
Komkujiya li Pirsûsê û êrîşên piştî komkujiyê, li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Spanya Barcelonayê hat protestokirin. Kurd, Tirk û Katalanên duh êvarê saet di 19:00 de li ber avahiya Konsolosxaneyê civiyan, komkujiya li Pirsûsê protesto kirin.
Ji partiya Katalan CUP Davîd Fernandez ê destek da çalakiyê, li dijî êrîşan mesaja piştevaniya gelan da. Qenala televîzyonê ya Barcelona TV jî dîmenên çalakiyê kişand û bi çalakvanan re hevpeyvîn kir.