Êrîşên li Pirsûs û qadên gerîla li Toûloûse hatin protestokirin
Li bajarê Fransa Toûloûse, komkujiya li Pirûsê û êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin protestokirin.
Li bajarê Fransa Toûloûse, komkujiya li Pirûsê û êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin protestokirin.
Li bajarê Fransa Toûloûse, komkujiya li Pirûsê û êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin protestokirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Toûloûse, bi desteka rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.
Mîtînga saet di 20:00 de li Meydana Capîtolê destpê kir, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo endamên federasyona komeleyên ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan û gerîlayên di êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Di mîtîngê de belavoka KNK'ê hat xwendin û axaftin hatin kirin.
Ji Partiya Çep a Fransayê Jean Chrîstophe Scellîn da xuyakirin ku AKP piştî windakirina hilbijartinên 7'ê Hezîranê rûyê xwe yê qirêj nîşan daye. Scellîn anî ziman ku Erdogan û AKP ên bi serketina HDP'ê re xeyalên wan ên serokatiyê pûç bûn, ji bo statuya Kurdên li Rojava têk bibin, lîstikên xwe yên qirêj xistine dewrê.
Scellîn anî ziman ku Erdogan û hikûmeta wî ya kukla ji bo desthilatdariyê winda nekin, biryara şer girtine û di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê de bombeyan li PKK'ê dibarîne û hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re vedişêre. Scellîn da xuyakirin ku êdî dem hatiye PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Ji Tevgera Aştiyê Chrîstîne Rosember jî ragihand ku di rojên pêwîstiya Rojhilata Navîn bi aştiyê heye de AKP'ê biryara şer girtiye û destnîşan kir ku bombekirina qadên gerîla vegera ji pêvajoya çareseriyê ye. Rosemberg anî ziman ku divê Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya destekê didin barbariya DAIŞ'ê werin darizandin.
Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Xavîer Lambert diyar kir ku çapemeniya Fransayê bi weşandina nûçeyên weke 'Erdogan û hikûmeta AKP DAIŞ'ê bombe dike' şaşîtiyê dike û anî ziman ku di bin vî navî de li hemberî tevgrea Kurd û hêzên sosyalîst operasyon tên kirin û heta niha zêdeyî 800 Kurd û sosyalîst hatine binçavkirin.
Ji Meşa Jinê ya Cîhanê Marîe Terez diyar kir ku Rojava wê ne tenê Rojhilata Navîn, tevahiya cîhanê ji nû ve rêkûpêk bike û da zanîn ku ji ber vê yekê dewleta Tirk naxwaze kantonên Rojava qebûl bike.
Li ser navê Partiya Kapîtalîst a Nû Pîerre Granet êrîşa li hemberî Qendîlê şermezar kir û anî ziman ku operasyonên hewayî yên tê gotin li hemberî DAIŞ'ê jî tên kirin, bi temamî xapandin e.
Di axaftinên li ser navê Rêya Karker û Coûpe poûr Coû de şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn û êrîşa li hemberî Qendîlê hat şermezarkirin.
Li ser navê KCD-E jî hat gotin, "Em ê Erdogan û hikûmeta wî ya şer biavêjin ser sergoyê dîrokê. Ji ber ku êdî Kurdistan Kobanê ye û em ê çalakiyên xwe yên ji bo Kobanê pêk anîne, ji bo her parçeyên Kurdistanê pêk bînin."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Em hemû PKK'yî ne" bi dawî bû."