Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin

Operasyonên duh li gelek bajarên Tirkiyeyê destpê kirin, îro jî dewam dikin. Di van operasyonan de gelek ciwanên Kurd hatin binçavkirin.

AKP ku li hemberî bindestan şer îlan kiriye, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî îro jî dewam dike.

STENBOL

Li Stenbolê ku duh zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin, polîsan danê vê sibehê bi piştgiriya hêwayî li Beyoglûyê avêtin ser malan. Serdegirtin li Kolana Kûrtoglû û Haci Ahmet Karakolû yên taxa Haci Ahmet, kolanên Ebûriza Dergahi û Pîr Husamettîn hatin kirin. Di operasyonên ku ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin meşandin de, gelek kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

SEMSÛR

Li Semsûrê 15 ciwanên Kurd hatin binçavkirin.

ÎZMÎR

Polîsên Tirk li Îzmîrê, li taxa Asarlikê avêtin ser malan. Di operasyonan de gelek kes hatin binçavkirin.

DÊRSIM

Ekîbên polîsên Tirk li Dêrsimê, operasyonên serdegirtinê yên hevdemî pêk anîn û gelek kes kirin binçavan. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.

EDENE

Li Edeneyê polîsan bi desteka helîkopteran danê vê sibehê li Gulbahçesî, Dûmlûpinar, Daglioglû û gelek taxên din avêtin ser malan. Bi îdîaya endamên YDG-H ne gelek ciwan kirin binçavan.