ROJANE
Hemû Nûçe
-
Îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyeyê ket rojeva Meclîsê
HDP'ê îşkenceya li hemberî girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê, ji Wezîrê Karên Hundir pirsî. -
Li Wûppertalê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Li Wûppertalê, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir. -
Grevên birçîbûnê ji wezîrê AKP'yî hat pirsîn
HDP'ê berxwedana grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî, xist rojeva Meclîsê. -
Wezîrê Pêşvebirinê Dogan: Divê hikûmet xwerêveberiyê fêm bike; dest ji qetilkirinê berde
Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan destnîşan kir ku divê dewlet, vîna xwerêveberiyê ya gel baş fêm bike. Dogan ji hikûmetê xwest, tavilê dest ji qetilkirina mirovan berde. -
Li Silopiyayê gule li avahiya HDP'ê hat reşandin-HAT NÛKIRIN
Li Silopiyayê, ku ev du roj in mirov lê tên qetilkirin, duh bi şev gule li avahiya HDP'ê hat reşandin. -
Malm: Erdogan ji bo xurtkirina AKP'ê şer da destpêkirin
Parlamenterê Partiya Gel a Swêdê Fredrîk Malm di xwepêşandaneke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan ê ku vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê qebûl nekir, li dijî Kurdan şer da destpêkirin. -
Segvanan êrîşî dayik û keça wê kirin
Li Silopiyayê, Fatma Ay û keça wê Berfîn a 14 salî, ku li ser banê mala xwe bûn, rastî êrîşa segvanên Tirk hatin. Di êrîşê de dayik Fatma Ay jiyana xwe ji dest da, Berfîn jî birîndar bû. -
Tûncel: Bloka Aştiyê wê di 1'ê Mijdarê de careke din bi ser bikeve
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel li Bordeaûxê axivî û got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê em bi rewşeke nû re rû bi rû ne. Gelê Kurd, li hemberî zext û zora dewletê, êdî di jiyaneke nû de israr dike." -
Li Mannheîm û Saarbruckenê xebatên hilbijartinê
Li bajarên Elmanya Mannheîm û Saarbruckenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. -
Dadgehê alîkariyên ji bo zarokên Wan û Kobanê weke sûç dît
Siyasetmedara Kurd aktîvîst Gulay Adîle Ertûnç, di dema erdheja li Wanê û berxwedana Kobanê de ji bo zarokên mexdûr alîkarî kom kir. Lê belê ev alîkarî weke delîlê sûcê 'ji bo malbatên endamên rêxistinê alîkarî kom kiriye' hat dîtin. -
Heyeta HDP-DBP'ê li Xaçortê lêkolîn kir
Heyeta ji rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê û ÎHD'ê, li Taxa Xaçort a bi rojan rastî êrîşa polîsan hat, lêkolîn kirin. -
Di teqîna li Farqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li Farqînê de Firat Sîmpîl (13) jiyana xwe ji dest da. -
Li Frankfûrtê îdam hatin protestokirin
Darvekirinên li Îranê, li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat şermezarkirin. -
Bavê min dixwest li Kobanê nexweşxaneyê ava bike
Îsmet Şeker, roja Kobanê azad bû kurê xwe şervanê YPG'ê Mûstafa winda kir. Bihîst ku kurê wî ji ber xwîn gelekî ji ber çûye, jiyana xwe ji dest daye. Piştî bi mehan bersiv da banga 'Em Kobanê bi hev re ava bikin' a ciwanên sosyalîst. -
Li Agirî gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Agirî gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Li Silopiyayê 3 ciwan hatin qetilkirin
Li Silopiyayê 3 ciwanên xwe li malekê girtin, ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. -
Ji ber psîkolojiya şer li binê pirê dijîn
Malbata Reşîd a ji şerê li Sûriyeyê reviya û piştî Bakurê Kurdistanê hat Îzmîrê, ji ber psîkolojiya şer rê li ber vekiriye, li binê pirê dijî. -
Demîrtaş: 1'ê Mijdarê wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê
Demîrtaş got, "Em neçarin hêza xwe mezintir bikin û di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ji ber ku ev hilbijartin wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê. Gel wê hesabê komkujiyên Pirsûs, Nisêbîn, Farqîn, Amed û Gimgimê bipirse." -
Tûncel: Bloka Aştiyê wê di 1'ê Mijdarê de jî vîna xwe nîşan bide
Hevberdevka HDK'ê Sehahat Tûncel got, "Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re vîna gel a 7'ê Hezîranê red kir. Di 1'ê Mijdarê de bloka aştiyê wê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide." -
2 ciwan li Silopiyayê hatin binçavkirin
Li Silopiyayê polîsên ku bi wesayîta sivîl digeriyan 2 ciwan binçav kirin. -
Balûken: AKP tengav bû dixwaze bendewariyan biafirîne
Balûken têkildarî nûçeya Rûdaw a "Ekîbeke TV çû Îmrali, wê Ocalan banga aştiyê bike” got, “Tiştekî wiha ne mijara gotinê ye. AKP tengav bû, ji bo xwe ji vê rizgar bike manîpulasyonan dike, hewl dide bendewariyan biafirîne.” -
Ji dayikên aştiyê banga pêşxistina têkoşîna aştiyê
Dayikên Şemiyê dan zanîn ku bombeyên li ser Farqîn, Licê, Colemêrg, Gever û Cizîrê tên barandin li ser pêşeroja wan tê barandin û bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê banga pêşxistina têkoşîna azadiyê kirin. -
Li Başûrê Elmanyayê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên li Elmanyayê destpê kirin. -
6 kesên din hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Sêrtê 2, li Dêrsimê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Dêrsimê hatin protestokirin
Bloka Aştiyê ya Dêrsimê di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meşek lidar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê Mutabaqata Dolmabahçeyê were qebûlkirin û muzakere bên destpêkirin.