Li Frankfûrtê îdam hatin protestokirin
Darvekirinên li Îranê, li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat şermezarkirin.
Darvekirinên li Îranê, li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Platforma Zagros li dijî darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, mîtîngek lidar xist.
Mîtîngê duh saet di 15:00 de li Frankfûrt Haûptwache destpê kir, pankarta bi nivîsa "Bes ji îdamên li Îranê re" hat vekirin û wêneyên girtiyên Kurd hatin hilgirtin.
Di mîtîngê de bê navber dirûşmên "Kujer Îran" û "Li hemberî îdaman bêdeng nemîne" hatin qîrîn. Der barê îdaman de belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.
Çalakiyê heta saet 17:00 dewam kir.