Li Danîmarkayê temenê teqawîtiyê sala 2040'î dibe 70 salî

Parlamenta Danîmarkayê qanûneke nû qebûl kir ku temenê teqawîtbûnê zêde dike. Ji sala 2040'î û pê ve temenê teqawîtbûnê wê bibe 70 salî.

Dengdana li parlamentê roja Pêncşemê hate kirin û pêşnûme qanûn bi 81 dengan hate qebûlkirin. 21 wekîlan dengê dijber bi kar anîn.

Her kesên ku piştî 31'ê Kanûna 1970'î ji dayik bûne wê bikevin ber qanûna nû. Ev yek jî tê wê wateyê ku sala 2040'î kesên ku temenê xwe dibe 69 salî wê di 70 salî de teqawît bibe.

Li Danîmarkayê bi reforma ku sala 2006'an hate kirin re, temenê teqawîtbûnê li gorî endeksa jiyana ku tê payin hate diyarkirin û her pênc salan carekê di ber çavan re tê derbaskirin. Di vê çarçoveyê temenê teqawîtiyê wê sala 2030'î 68 salî, sala 2035'an jî 69 salî be.