Li Silopiyayê 3 ciwan hatin qetilkirin
Li Silopiyayê 3 ciwanên xwe li malekê girtin, ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin.
Li Silopiyayê 3 ciwanên xwe li malekê girtin, ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin.
Li taxa Kobanê ya Silopiyayê, nîvê şevê saet di 02:00, mala ku 3 ciwanan xwe lê girtibûn, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Polîsên Tirk bi çekên giran gule li malê reşandin. Di êrîşa ku heta saet 06:00 dewam kir de 3 ciwan hatin qetilkirin. Hat raighandin ku ciwanên hatine qetilkirin Alî Oduk ê 20 salî, Halîl Can ê 22 salî û ciwanekî navê wî nehatiye zanîn e. Cenaze ji aliyê polîsan ve ji wê malê hat girtin û birin Deriyê Sînor ê Xabûrê.