Li Atînayê wê ‘pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn’ werin nîqaşkirin

Atînaya paytextê Yewnanistanê wê 24’ê Gulana 2025’an roja Şemiyê mazûvaniya konferanseke dîrokî bike.

Konferansa bi sernavê ‘’Pirsgirêka Kurd û Geşedanên li Rojhilata Navîn’’ wê ji aliyê Navenda Xebatên Îslam û Rojhilata Navîn ve were lidarxistin.

Konferans wê li Enstituya Têkiliyên Navneteweyî were lidarxistin û wê Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso,  Hevseroka Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sema Bagdaş û gelek akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî konferansê bibim.

SÊ RÛNIŞTIN

Konferans wê di saet 09.30’an de bi axaftina Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso dest pê bike. Tevahiya rojê wê sê rûniştinên panelê û du axaftinên sereke werin kirin.  

Di rûniştina ewil de wê rewşa heyî ya Kurdên li Sûriyeyê were gotûbêjkirin. Moderatoriya vê rûniştinê wê ji aliyê Zakia Aqra ve bê kirin û wê Prof. Sotiris Roussos, Doç. Alîkar Antonis Deriziotis û Akademîsyen Katia Zagoritou biaxivin.

Di navbera nîvro saet 12.00’an de wê Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê yê berê Nikos Kotzias axaftineke sereke bike.  

Di rûniştina duyem de jî wê  modela xweseriya demokratîk a li Rojava û bandora Rêber Apo ya herêmî werin gotûbêjkirin. Rûniştin wê ji aliyê Loannis Albanis ve were birêvebirin. Rojnamevan Stavros Lygeros, Petros Papakonstantinou, Doç. Dr. Thomas Schmidinger ê ji Zanîngeha Hewlêrê û Prof. Amy Austin Holmes ê ji Zanîngeha Washingtonê weke axêver beşdar bibin. Piştî rûniştinê wê Îlham Ehmed jî axaftinekê bike.

Di rûniştina dawîn de jî wê mijara rola aktorên herêmî ya di pirsgirêka Kurd de were nîqaşkirin. Prof. Sotiris Roussos wê moderatoriya panelê bike û Prof. Konstantinos Filis, Stavros Drakoularakos ê ji Zanîngeha Lefkoşayê û Kamal Chomani yê ji Zanîngeha Leipzigê weke axêver beşdar bibin.

Konferans wê bi axaftina  Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sema Bagdaş re bi dawî bibe.