ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tuzel, wê di hikûmeta demkî de cih negire
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel ê ji bo hikûmeta demkî teklîfa wezîrtiyê jêre hat şandin got: “Demkî jî be em rast nabînin di vê hikûmetê de cih bigirin.” -
Serokê Desteya Kontrolê ya ÎHD’ê: Dewlet taxan bombebaran dike
Êrîşên dewleta Tirk ên duh piştî qedexeya derketina kolanan li Geverê destpê kirin û li hember vê berxwedana gel didome. Serokê Desteya Kontrolê ya ÎHD’ê ya Colemêrgê Canan çavdêriyên xwe yên destpêkê ji ANF’ê re ragihand. -
Bîlgen: Wê qetlîamker di tarîtiya dîrokê de bên veşartin
Berdevkê HDP’ê Bîlgen diyar kir ku AKP li Geverê di nav hewldana komkujiyê de ye û got: “Kesên bi komkujiyan bersivê didin daxwaza demokrasî, aştî û edaletê ya gel wê di tarîtiya dîrokê de bên veşartin.” -
Li Cizîrê yek zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Piştî êrîşa li hemberî Fermandariya Garnîzona Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin. -
HDK: Ji qirkirina siyasî re na!
HDK’ê xwest operasyonên qirkirina siyasî bên rawestandin. -
Demîrtaş û Yuksek, li Awûstûrya civîna çapemeniyê li dar xistin
Serokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş û Serokê Giştî yê DBP’ê Yuksel li Awûstûrya civîna çapemeniyê pêk anîn. -
Yuksekdag: Di 1'ê Mijdarê de em ê bersiveke bingehîn bidin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP'ê da û diyar kir ku ew destekê didin îlanên xwerêveberiyê yên gel. Yuksekdag destnîşan kir ku di 1'ê Mijdarê de ew ê AKP û Erdogan têk bibin. -
Rapora Farqînê: Dewlet gefê li jiyana gel dixwe
Rêxistinên civakî yên sivîl, rapora xwe ya li ser terora dewletê ya li Farqînê de aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku ewlekariya jiyana gel hedef hatiye girtin û hat xwestin, ku lêpirsîn were destpêkirin. -
Heyeta HDP-DBP'ê bi Serokkomarê Awûstûryayê re hevdîtin kir
Heyeta HDP-DBP'ê, bi Serokkomarê Awûstûryayê Heînz Fîscher re duh li Qesra Serokkomarê hevdîtin kir. -
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê: Nahêlin em bikevin nava Geverê
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû ya di nava heyeta rêxistinên kedê ya li navend û navçeyên Colemêrgê lêkolînan dike de cih digire got, "Nahêlin em bikevin nava Geverê. Li vir rewşa şer ji her alî ve li pêş çavan e." -
Bloka demokrasiyê - Cemîl Bayik
"Divê bloka demokrasiyê Geziyê û pêngava roja me ya xwerêveberiyê bigihîne hev. Di vê blokê de tevî HDP'ê CHP jî dikare cih bigire. Hemû partiyên çep, sosyalîst, Elewî û hemû bindest dikarin cih bigirin." -
Li Wanê jî hêzên dewletê êrîş kirin
Li Wanê, duh bi şev li taxên Xaçort û Şehît Firatê hêzên dewleta Tirk êrîş kirin. Ji ber gulereşandina hêzên dewletê bi dehan kes birîndar bûn. -
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê Hafîze Îpek hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirna siyasî de Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê Hafîze Îpek, danê vê sibehê hat binçavkirin. -
Danîmarka ji bo hilbijartinên pêşwext amade ye
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Danîmarkayê dijîn, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê amade ne. -
Li Geverê êrîşa polîsan: 3 mirî, gelek birîndar
Polîs û leşkerên Tirk bi çekên giran û hawanan êrîşî taxên Orman, Kişla û Mezarlik ên Geverê irin. Di êrîşan de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl birîndar bûn. -
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê hat avakirin
HDP'ê, starta hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, duh li bajarê Elmanya Kolnê bi avakirina Koordînasyona Elmanyayê re da. Koordînasyon wê ji 21 kesan pêk were û sê berdevkên xwe hebe. -
Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Mannheîmê hatin protestokirin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, polîtîkayên şer ên AKP'ê bi awayekî girseyî hatin protestokirin. -
Tuncel di kampa havînê ya Eniya Çep a Fransa de behsa Rojhilata Navîn kir
Di kampa havînê ya îdeolojîk a her sal ji aliyê Partiya Çep a Fransa ve ya Eniya Çep jî di nav de ye pêk tê, îsal Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel behsa Rojhilata Navîn kir. -
Fermandarê Siqur Elxab di encama êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da
Fermandarê “Hevgirtina Suqur Elxab” di encama teqîna bombeyeke di wesayîta wî de hate kuştin. -
Heyeta HDP’ê li Hopayê lêkolînan dike
Hevşaredarên Îdir, Agirî û Dîgor li gel heyeta HDP’ê ya li Hopayê lêkolînan dike cih girtin. -
Di keştiyekê de cenazeyê 50 penaberan hat dîtin
Li nêzî peravên Lîbyayê di keştiyeke de cenazeyên 50 penaberan hat dîtin. -
Li Parîsê çalakiya ‘edalet û heqîqet’ê
Kurdistaniyan ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez banga, “edalet û ronahiyê” kirin. -
Demîrtaş: Dengê şer ji Enqereyê derdikeve
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî gera xwe ya Viyana pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. -
Parlamenterên teklîfa wezîrtiyê ji wan re hatiye şandin aşkera bû
Nave parlamenterên HDP, CHP û MHP’ê yên ji aliyê Davûtoglû ve ji bo wezîrtiyê şandine aşkera bûn. -
HDP'ê karesata li Hopa xist rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP'ê Olûç, karesata lehiyê ya li Hopayê rû da xist rojeva Meclîsê.