ROJANE
Hemû Nûçe
-
Faşîstan li Eskîşehîr erîşî Kurdan kirin
Li navçeya Saricakaya ya Eskîşehîrê li ser sorkirina şaredarê AKP'yî yê navçeyê komên nîjadperest 3 karkerên Kurd lînç kirin û karkerê bi navê Sabîr Bag bi giranî birîndar kirin. -
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê lez dan xebatên rêxistinbûnê
Li Bîelefeld, bi navê şoreşgerê Elman Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê li Rojava dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, komuneke ciwanan hat îlankirin. -
Parêzeran îtîrazî girtina Aktaş ê HDP'yî kirin
Parêzeran îtîrazî girtina endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Aktaş kirin. -
Çetîn û Sertkal sewqî dadgehê hatin kirin
Hevşaredara navçeya Wan Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Berpirsyarê Çapemeniyê yê Şaredariya Artemêtanê rojnamevan Salîh Sertkal ên danê sibehê hatin binçavkirin, ji bo werin girtin sewqî dadgehê hatin kirin. -
Jina li Edeneyê hat binçavkirin rastî îşkenceya zayendî hat!
Li Edeneyê, derket holê ku Fîgen Şahîn a hat binçavkirin, rastî îşkenceya zayendî hatiye. Şahîn hînê di binê çavan de tê ragirtin. -
'Ji êrîşa li hember avahiya me AKP berpirsyar e'
Êrîşa li hember avahiya Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî hat şermezarkirin. -
Ozanlî: AKP serî li kevneşopiya Naziyan dide!
Parlamentera HDP’ê Ozanlî, li hember polîtîkaya şer a AKP’ê nerazîbûn nîşan da. Ozanî diyar kir ku bi bêpevçûnî û aştî mirov dikare ji AKP’ê rizgar bibe. -
Polîs li Edeneyê hem birîndar kir hem jî îşkence lê kir!
Li Edeneyê, Aydin ê di çalakiya protestokirina AKP'ê de ji her du lingên xwe birîndar bû, rastî îşkenceya polîsan hat. Aydin bi birîndarî li emniyetê tê sekinandin û fikar li ser jiyana wî heye. -
Li Saarlandê xebatên hilbijartinê destpê dikin
Pêkhateyên HDP'ê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê li eyaleta Saarland a Elmanyayê dest bi xebatên hilbijartinê dikin. -
'Li dijî AKP-Erdogan ên di şer de israr dikin divê gel bibin yek'
Rewşenbîr û hunermendan diyar kirin ku AKP û Serokkmarê Tirk Erdogan pêvajo qedandine û destnîşan kirin, ku şerê hatiye destpêkirin şerê înkarkirina Kurdan û 'şerê parastina qesrê' ye. -
Li Yarşov û Azingê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Saratovê, bi daxuyaniyên çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên gerîla û gelê sivîl şermezar kirin. -
Li Dîlokê 6 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin
Li Dîlokê 6 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku polîsan ji malbatan re gotine, 'fermana me ya kuştinê' heye. -
'Armanc; bûyîna hêza çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên gelên li Daglioglû'
Meclîsa Gel a li taxa Daglioglû ya Edeneyê beriya mehekê ava bû, bi gotina "Em dixwazin biryarên li ser jiyana xwe bi xwe werbigirin" xwerêveberî ragihand. -
Hevşaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan jî hat binçavkirin
Operasyonên binçavkirinê yên li hemberî Hevşaredarên Artemêtanê didomin. Piştî Hevşaredar Rojbîn Sevîl Çetîn Abdlkerîm Sayan jî di dema vegera ji Enqereyê de li Balafirgeha Ferît Melen a li Wanê hat binçavkirin. -
Hevserokê Meclîsa Gimgimê Dogan hat girtin
Hevserokê Meclîsa Bajêr a navçeya Mûş Gimgimê Mûstafa Dogan hat girtin. -
Hevşaredarên hatin girtin sirgûnî girtîgehên Enqere Kirikkale hatin kirin
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û duh hatin girtin, sirgûnî girtîgehên Enqere û Kirikkaleyê hatin kirin. -
Meclîsa Gel a Daglioglû xwerêveberî îlan kir
Meclîsa Gel a Daglioglû ya Edeneyê xwerêveberiya xwe îlan kir. Li dû ragihandinê, girseya gel xwest bimeşe lê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hat. Di bûyerê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin. -
DAIŞ'ê perestgeha li Palmîra hilweşand
Çeteyên DAIŞ'ê dijminatiya li dîrokê dewam dikin. Çeteyan perestgeha Balşamîn a li bajarê antîk Palmîra, bi teqemeniyan hilweşandin. -
Li Alanyayê faşîstan êrîşî avahiya HDP’ê kirin
Li navçeya Alanyayê bûyerên ku ji ber êrîşa komên nîjadperest a avahiya HDP'ê destpê kirin hê jî berdewam dikin û polîsan tabeleya HDP'ê daxistin û teslîmî koma nîjadperest kirin. -
3. Kongreya Awarte ya DBP'ê bi dawî bû
Di kongreya DBP'ê de ku xweseriya demokratîk mora xwe lê xist, Emîne Ayna û Kamuran Yuksek car din ji Hevserokatiya DBP'ê re hatin hilbijartin û lîsteya Meclîsa Partiyê jî bi giranî guherî. -
‘Eger ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan bibe weke Qedafî’
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle yê di kongreya DBP'ê de axivî diyar Ocalan ji wan re nirxandina "Bila ev ji artêşe zêde bawer nekin. Artêş a NATO'yê ye. Heke kar ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan wekî Qedafî li kolanê lînckirin be" kiriye. -
Demîrtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku AKP bi polîtîkaya şer re nikare encamekê bi dest bixe û diyar kir ku biryara gel a xwerêveberiyê, rewa ye. -
Polîsan li Amedê ciwanê bi navê Veysel Acar birîndar kirin
Li navçeya Rezanê, polîsên Tirk ciwanê bi navê Veysel Acar birîndar kirin. Hat ragihandin ku xeteriya li ser jiyana Acar dewam dike. -
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê hatin girtin
Hevşaredarên Farqîn û Sûrê hatin girtin. -
500 Ewropayî li nava refên YPG'ê şer dikin
Medya Swêdê di hefteyên dawî de cih dide nûçeyên li ser Swêdiyên ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê çûne Sûriye û Iraqê. Rayedarên PYD'ê yên Swêdê ji medya vî welatî re ragihandin ku bi qasî 500 Ewropayî li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dikin.