Grevên birçîbûnê ji wezîrê AKP'yî hat pirsîn

HDP'ê berxwedana grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî, xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan de pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir.

Yildirim di pêşniyar pirsê de got, "Ji 15'ê Tebaxê û pê ve girtî û hikumxwarên siyasî yên li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kirine û destnîşan kirine ku bi armanca tevkariyeke aştiyane li pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê, wê dewam bikin."

Yildirim bersiva van pirsan xwest:

"Li gorî agahiyên gihaştine wezareta we, greva birçîbûnê çima destpê kirine û daxwazên girtiyan çi ne?

Ji 15.08.2015'an û pê ve çend kes li saziyên înfaza ceza ketine greva birçîbûnê?

Di nava girtiyên ketine greva birçîbûnê de mirovên pêwîstiya wan bi tedawiya lezgîn heye, hene? Doktor kontrolên rûtîn dikin?

Piştî ku greva birçîbûnê destpê kir, mafê girtiyan ê sohbetê û sporê, hatiye astengkirin?

Li hemberî girtiyan, îşkence û pêkanîna xerab heye?

Rast e ku li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê girtî rastî lêdanê hatine?

Der barê binpêkirina mafan li girtîgehên Tirkiyeyê de ti lêkolîn hatiye destpêkirin?

Li ser greva birçîbûnê çima heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn?

Ji bo dawîkirina greva birçîbûnê xebateke ku hûn plan dikin bicih bînin, heye?"