Heyeta ji rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê û ÎHD'ê, li Taxa Xaçort a bi rojan rastî êrîşa polîsan hat, lêkolîn kirin.
ANF
WAN
yekşem, 30 gelawêjê 2015, 12:26
Heyeta ji rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê û ÎHD'ê, li Taxa Xaçort a bi rojan rastî êrîşa polîsan hat, lêkolîn kirin. Lezgîn Botan li vê derê li ser navê heyetê daxuyanî da û diyar kir ku AKP'ê yekser êrîşî gel kiriye, lewma êdî ne rewa ye.
Taxa Xaçort a Wanê, bi rojane rastî êrîşa polîs û leşkerên dewletê tê. Leşkerên bi hemû hêza xwe êrîşî gelê li Kurdistanê dike, duh bi şev gule li kolana 2. a Surmelî ya Taxa Xaçortê reşandin. Ji ber vê êrîşê Jiyan Kaplan a 9 salî ya li mala xwe û 2 kesên din birîndar bûn. Hat ragihandin ku Kaplan emeliyat bûye û tedawiya wê dewam dike. Li taxê berxwedana ciwanên Kurd a li dijî êrîşan dewam dike.
'EM LI CEM DAXWAZA GELÊ XWE YA XWERÊVEBERIYÊ NE'
Li ser êrîşan Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Hamiyet Şahîn, Cîgira Serokê Meclîsê ya HDP'yî Yûrdûsev Ozsokmenler, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP'ê yên Bajêr û Serokê ÎHD Şaxê Wanê Mûrat Melet duh bi şev li kolana 2. a Surmelî ya rastî êrîşê hat û 3 kes lê birîndar bûn, lêkolîn kirin û bi gel re axivîn.
Li dû lêkolînan Serokên Bajêr û Parlamenteran civîneke çapemeniyê lidar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan li vir peyivî û diyar kir ku endamên emniyetê yên ji bicihanîna aramî û ewlekariya gel berpirsyar in, bûne sedema bêaramiyê.
Botan bal kişand ser terora hêzên dewletê û got, "Em, zîhniyeta ku bi êrîşê bersivê dide daxwazên demokratîk ên gelê me, şermezar dikin. Zîhniyeta ku bi çekê bersivê dide daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me, êdî bi ti awayî ne rewa ye. Li vê derê gel derneketiye derveyî hiqûqê. Gelê me ne bê xwedî ye û bila ti kes, sebra gelê me ne ceribîne."
Botan di dewama axaftina xwe de gotina Serokkomar Erdogan a ku ji bo rejîma Esat digot, "Zarokan dikuje, ji ber vê yekê ti rewabûna hikûmeta Esat nemaye" bibîr xist û got, "Ya li vê derê tê kirin çiye? Zilm li zarok û jinan tê kirin. Ji ber vê yekê rewabûna hikûmeta AKP'ê û Erdogan nemaye. Yên ku ji ber binçavkirina ciwanekî li Fîlîstînê cîhan rakir ser piyan, gelo çima li hemberî kuştina 4 sivîlan di nava du rojan de li Kurdistanê, bêdeng in? Zilma we çiqasî zêde dibe bila bibe, berxwedana demokratîk a gelê me wê ewçend mezin bibe. Xweparastina gelê me ya li hemberî komkujiyan û zilmê, rewa ye. Em li cem daxwaza xwerêveberiyê ya gelê xwe ne û ev daxwaz rewa ye."