Li Silopiyayê gule li avahiya HDP'ê hat reşandin-HAT NÛKIRIN
Li Silopiyayê, ku ev du roj in mirov lê tên qetilkirin, duh bi şev gule li avahiya HDP'ê hat reşandin.
Li Silopiyayê, ku ev du roj in mirov lê tên qetilkirin, duh bi şev gule li avahiya HDP'ê hat reşandin.
Avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Silopiyayê duh bi şev rastî êrîşa çekdarî hat. Ji ber gulereşandinê camên avahiyê şikestin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê niha li navçeyê ye, diyar kir ku êrîş ji aliyê polîsan ve hatiye kirin. Encu got, 'Bi şens tiştek bi kesî nehat'
Li Silopiyayê pêr bi şev 3 ciwan li malekê hatibûn înfazkirin, duh bi şev jî dayikek û keça wê yên li ser banê xaniyê xwe raketibûn rastî êrîşa segvanan hatibû, dayikê jiyana xwe ji dest dabû, keça 14 salî jî birîndar bûbû.