Bavê min dixwest li Kobanê nexweşxaneyê ava bike

Îsmet Şeker, roja Kobanê azad bû kurê xwe şervanê YPG'ê Mûstafa winda kir. Bihîst ku kurê wî ji ber xwîn gelekî ji ber çûye, jiyana xwe ji dest daye. Piştî bi mehan bersiv da banga 'Em Kobanê bi hev re ava bikin' a ciwanên sosyalîst.

Îsmet Şeker, roja Kobanê azad bû kurê xwe şervanê YPG'ê Mûstafa winda kir. Bihîst ku kurê wî ji ber xwîn gelekî ji ber çûye, jiyana xwe ji dest daye. Piştî bi mehan bersiv da banga 'Em Kobanê bi hev re ava bikin' a ciwanên sosyalîst.

Li Taxa Gazî, em li mala şehîdê Pirsûsê Îsmet Şeker in. Keça wî Dîlek Şeker Kaya behsa bavê xwe dike. Sehpayeke biçûk a li kêleka cihê lê rûdinê, bi wêneyan dagirtî ye. Wêneyên yên ji malbatê kêm bûne, tizbiya Îsmet Şeker û wesayîtên pêlîstok ên ji nevî Ege kiriye.

Yê destpêkê ji malê kêm bû Mûstafa Can Şeker e. Bi navê xwe yê li Rojava Şiyar Koçgirî. Xwişka mezin Dîlek Şeker Kaya ewilî bi Şiyar re dest bi axaftina xwe dike.

Dibêje "par vî çaxî çû" û qet nabêje "Mûstafa". Ji birayê xwe re dibêj "Şiyar". Şiyar par di 22'ê Çileyê de li Kobanê birîndar bû, ji bo tedawîkirinê anîn Amedê, lê di 27'ê Çileyê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Eger bijiya wê 32 salî bûya. Bi Şiyar re me her zor û zehmetî, tinebûn û xizanî dîtin. Her tim alîkarî dida min. Min li malê karê paqijiyê dikir, tejik dişuşt, wî jî yekser alîkarî dida min. Dayika min, dema em biçûk bûn nexweş ket. Bavê min jî timî li derveyî welat dixebitî. Ew mîna bavê malê, ez jî diya malê bûm. Şiyar her tim însanî bû. Dema diya min ji ber nexweşiyê carna ji hişê xwe diçû, hin cîranan xwe nêzî wê nedikirin. Li hemberî wan ez gelekî bi hêrs dibû, lê Şiyar bi başî nêzî wan jî dibû. Di 19-20 salî de ez li febrîqeyeke testîlê dixebitîm. Dema patron heqdestê me neda, em ketin grevê. Şiyar hingî 16-17 salî bû. 3 rojan qet ji cem min neçû, destek da grevê. Bi vî rengî têkoşîna şoreşgerî nas kir."

Şiyar bi çi rengî biryar da biçe Rojava?

Li gorî vegotinên xwişka wî ya mezin; hesta dijderketina li komkujiyên DAIŞ'ê gelekî xurt bû û herî dawî ji xwişka xwe re got, "Mîna çiyayekî li pêşiya min nesekine, bihêle ez biçim bibim sîper ji mirovan re". Û rojekê ji malê derdikeve, careke din venagere.

Şiyar Koçgirî di 27'ê Çileyê roja azadbûna Kobanê de şehîd dikeve. Li Goristana Gazî li kêleka şehîdê Rojava şervanê MLKP'ê Serkan Tosûn tê veşartin.

ME BIRAYEKÎ WELÊ WINDA KIR, KU...

Ji dengê wê mezinahiya hesreta li birayê wê tê fêmkirin. Lê xuyayek gelekî pê serbilind e. Dîlek Şeker Kaya dibêje "Ez her tim bi birayê xwe re serbilind bûm" û wiha dewam dike: "Me gelekî êş kişand. Min birayekî welê winda kir, ku di her cihê jiyana min de hebû. Yê ku di her kêliyê de ji min re dibû alîkar ew bû. Dema zarokê/a min ji dayik bû, ew li cem min bû. Ez jî her tim li cem wî bûm. Ji aliyekî ve dilê min dişewite, ji aliyê din ve jî ji ber ku xwe ji bo mirovên din kiriye sîper ez pê serbilind im. Yê ku ew xist ser wê rê, hezkirina wî ya ji mirovan bû."

Dayik Zahîde Şeker, du meh piştî kurê xwe xatir ji jiyanê xwest.

Bav Îsmet Şeker ê ku di nava çend mehan de bi du mirinan hejiya, dîsa jî hewl da birîna hin kesan bipêçe û ket ser rêya Kobanê.

Îsmet Şeker ê 65 salî çima cihê xwe di nava ciwanên rêwiyên xewn û xeyalan de cih girtibû?

Keça wî vegot: "Min jî xwest biçim Kobanê. Lê belê bavê min got, 'Keça min tu hinekî qelew e, eger pêwîstî bi tevgereke bi lez hebe, tuyê hingî zehmetiyan bikişîne. Ez ê biçim. Hem bi têra xwe extiyar im. Êdî nema dikarim li van deran bisekinim'. Bavê min wan rojan diyet kiribû û 15 kîlo kêm kiribû."

'DIBE KU EZ Ê KARIBIN SEWAXA CIHEKÎ BIKIM'

Îsmet Şeker dixwest xaka ku kurê wî li ser şer kir bibîne û kulmek ji vê xakê bîne Gazî li ser gora kurê xwe bireşîne.

Lê belê armanca wî ne tenê ev bû. Sedemeke din jî hebû: "Hinek pereyê bavê min hebû. Li me jî payê kiribû. Lê belê piştre, dema çû Kobanê pere bi xwe re bir. Got, 'Ez dixwazim li Kobanê nexweşxaneyê çêbikim, min para we jî girt, helal bikin'. Şiyar roja serketina Kobanê mir. Dema birîndar dibe, ji ber ku derfetên tedawîkirinê tinebû gelekî xwîn ji ber çû. Ji ber ku li Kobanê nexweşxane tinebû, doktor tinebû wan rojan. Bavê min ji ber vê yekê got, 'Ez bingeha wê deynim, pereyê min têra çiqasî bike. Bêguman gelek mirovên mîna min hestewar hene. Ew ê jî dewam bikin'. Digot, 'Dibe ku paceya malekê tinebe, dibe ku karibim sewaxa ciehkî bikim. Dezgehekê çêbikim. Hingî wê dilê min rehet be. Wê çaxê ez ê werim'. Dixwest li girê Şiyar lê şehîd ket, bîrdariyekê çêbike."

Îsmet Şeker ji bo armanceke bi vî rengî ya însanî ket ser rê, lê li Pirsûsê tevî 32 şoreşgeran hat qetilkirin.

'KEÇA MIN POLÎS ÇÛN, BAWERIM DESTÛR DAN ME'

Dîleşk Şeker Kaya dibêje, "Qet neket hişê min. Me digot, ya herî nebaş; dibe ku di dema derbasbûna ji sînor de leşker êrîş bikin û wan bigirin bin çavan' û axaftina bi telefonê ya saet 11.30 a 20'ê Tîrmehê ya bi bavê xwe re vegot: "Bavê min got, 'Keça min li vê derê berî 3 saetan polîs hebûn, çûn, xuyaye destûr dane me'. Dema min jî ev bihîst, kêfa min hat."

Lê belê bi teqîna bombeyê re derket holê ku çûyîna polîsan amadekariya komkujiyekê bû.

Bi serbilindî behsa bav û birayê xwe dike û dibêje, 'Ez naxwazim bigirîm', lê nikare pêşî li barîna rondikên xwe bigire. "Ya ku bavê min dixwest, bû. Şiyar jî rûmet û serbilindî ji wî girt. Em ji wî hînê sebrê bûn. Di nava 6 mehan de 3 mirin gelekî giran e. Bavê min berî biçe, em li berbankê rûniştin. Heval hatin. Me mase danî. Goşt dibiraşt. Bavê min gelekî hez dikir nakekî bi 10 kesan re parve bike. Bavê min hez ji sifreyeke qelebalix dikir."

'MIN HÎNÊ PÊLAVÊN QETIYAYÎ YÊN BAVÊ XWE NEGIRTIYE'

Dîlek Şeker Kaya, dewletê weke berpiryarê komkujiyê dibîne û dibêje, "Berpirsyar rêxistina DAIŞ'ê ya dewletê ye. Yanî dewlet e."

Li hemberî biryara nepenîtiyê ya li ser dosya Pirsûsê gelekî nerazî ye. Gotina wê ya dawî, daxwaza rakirina ve biryara nepenîtiyê ye: "Ji ber vê biryara nepenîtiyê min nekarî gomlek, ne jî pêlava qetiyayî ya bavê xwe werbigirim. Di telefona bavê min de gelek wêneyên me yên taybet, wêneyên kêliya dawî hene. Ji ber biryara nepenîtiyê em nikarin wan jî werbigirin. Vê biryarê em mexdûr kir. Divê were rakirin. Dewletê sersaxî ji me re xwest. Gelekî bi zora min çû. Bila di destpêkê de kujeran ceza bikin, biryara nepenîtiyê rakin."

...