WHO’yê bang li Îsraîlê kir ku bi rehm be

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bang li Îsraîlê kir ku tavilê şerê li Şerîda Xezeyê dawî bike û bi rehm be. Di encama êrîşên tevahiya şevê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Parastina Sivîl a Xezeyê da zanîn ku di encama êrîşên Îsraîlê yên tevahiya şevê berdewam kirin de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Her wiha Parastina Sivîl a Xwecihî roja Pêncşemê ragihand ku di emcama bomberdûmana Îsraîlê ya li ser xakên Filistînê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dane.

DIVÊ TAVILÊ DAWIYÊ LÊ BÎNE

Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, bang li Îsraîlê kir ku tavilê dawiyê li şerê li Şerîda Xezeyê bîne.

Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîna Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanî ya li Cenevreyê de axivî û got: ‘’Di rastiyê de bangên aşitiyê ji bo başiya Îsraîlê ne. Ez di wê baweriyê de me ku wê şer zirarê bide Îsraîlê û aşitiya mayînde pê şerî pêk nayê.’’

Serokê WHO’yê bang li Îsraîlê kir û got: ‘’Ez ji we dixwazim ku hûn merhametê nîşan bidin. Ev yek hem ji bo başiya we û hem jî ji bo başiya Filistîniyan e. Ev yek ji bo mirovahiyê jî baş e.’’

Ghebreyesus pişte got: ‘’Bikaranîna xwarinan a weke çekekî neheqî ye. Bikaranîna amûrên tibî û tenduristiyê bi rastî jî neheqî ye.’’

METIRSIYA MIRINÊ YA BERDEWAM

Ev zêdetirî du meh û nîvan in xakên Filistînê di bin dorpêçeke mezin de ne.

Li gorî Dîrektorê Rewşên Lezgîn ên Tenduristiyê ya WHO’yê  Michael Ryan li Xezeyê 2,1 milyon welatî bi berdewamî bi ‘’rîska mirinê’’ re rû bi rû ne.

Ryan bang kir û got: ‘’Divê em dawiyê li xelayê bînin, hemû dîlgirtiyan serbest berdin, pergala tenduristiyê ji nû ve stok û restore bikin.’’

Li gorî daxuyaniya WHO’yê hemû nexweşxaneyên li Xezeyê  herî kêm ji sedî 94 zirar dîtine yan jî hilweşiyane.

HILWEŞÎNA SÎSTEMATÎK

WHO’yê bal kişand ser rewşa xirab a li herêma şer û got: ‘’Hilweşîneke sîstematîk heye. Nexweşxane ji nû ve tên sererastkirin û stok tên kirin lê belê piştre dîsa rastî êrîşan tên.  Divê ev çerxa hilweşandinê bi dawî bibe.’’