6 kesên din hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Sêrtê 2, li Dêrsimê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Sêrtê 2, li Dêrsimê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Bahçelîevler a Sêrtê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Îrfan Cûma û Saadet Elçî hatin binçavkirin. Polîsan binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li navçeya Dêrsim Qisleyê jî polîs û tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan. Li vê derê jî Hevserokêl HDP'ê yê Navçeya Qisleyê Zulfu Yuksel, kurê wî Ferhat Yukcel û Huseyîn Saltik, Erkan Çakmak hatin binçavkirin.