Li Mannheîm û Saarbruckenê xebatên hilbijartinê

Li bajarên Elmanya Mannheîm û Saarbruckenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.

Li bajarên Elmanya Mannheîm û Saarbruckenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannehîmê, pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Mannheîmê ava kirin. Ji bo koordînasyonê 11 kes ji 6 herêman hatin hilbijartin. Di komîsyonê de jî 71 kes cih digirin. Berdevkiya koordînasyonê jî wê Cano Yildiz bike.

Yildiz anî ziman ku ew ê li ser HDP'ê û pirsgirêk û daxwazên koçberên li derdora Mannheîmê dijîn, broşurên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî biweşînin. Yildiz diyar kir ku mîna xebata hilbijartinê ya dema bihurî, divê afîş werin bikaranîn. Yildiz da zanîn ku di navbera 2-10'ê Îlonê de wê qeyd bên kontrolkirin û di navbera 10'ê Îlonê û 8'ê Cotmehê de jî xebatên propagandayê werin meşandin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Halîs Dogan jî da xuyakirin, pêwîst e bi komîsyonan re ruhê yekîtiyê were afirandin. Ji koordînasyona hilbijartinê Ramazan Ozuak da zanîn ku girîng e plansaziya hatiye destnîşankirin, bi lezgînî bikeve meriyetê û got, "Çawa ku di 7'ê Hezîranê de dîktatoriya AKP'ê têk çû, em ê di 1'ê Mijdarê de jî qesrê hilweşînin."

SAARBRUCKEN

Pêkhateyên Hêza Demokratîk a HDP Saarlandê, ku di hefteya bihurî de civîna xwe ya destpêkê lidar xist, komîsyona rêvebirinê ya ji 5 kesan ava kiribû, Saarland weke çar qadên xebatê destnîşan kiribû û berpirsyarên van qadan diyar kiribû. Her wiha biryar hatibû dayîn ku di nava hefteyê de xebatên ji bo avakirina komîsyonên jêrîn ên qadan, bên qedandin.

Di civîna roja Yekşemê de berpirsyarên qadan û xebatkarên komîsyonên jêrîn amade bûn. Di encama nirxandina hat kirin de hat ragihandin ku di nava hefteyekê de li hemû qadan komîsyon hatine avakirin, di heman demê de zêdeyî sed kesên ku tevî mafê xwe yê bikaranîna dengan heye jî di lîsteya hilbijêran de ne qeydkirîne hatine tespîtkirin û berê wan dane Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Maînzê.

Hat ragihandin ku qeyda hilbijêran wê heta 10'ê Îlonê dewam bike. Ji bo kontrolkirina qeydê jî demeke kurt a 10 rojan heye. Her wiha biryar hat dayîn ku heta hilbijartinê bi sazî û komeleyên olî re têkilî bê danîn û ji bo destekê bidin HDP'ê xebat werin meşandin.