BI DÎMEN

Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin û Meclîs jî bi berpirsyariyê rabe.

DEM PARTÎ

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civînên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê yên DEM Partiyê li navenda giştî civîneke çapemeniyê lidar xist. Ayşegul Dogan bal kişand ser banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonê li Meclîsê û anî ziman ku wan bi xwe jî beriya niha pêşniyareke bi vî rengî kiribûn.

Ayşegul Dogan got, "Me beriya bi mehan bang li serokê meclîsê kir ku bi înîsiyatîfê rabe. Me got, ev mijar gelekî girîng e" û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd nikare ji demokratîkbûna Tirkiyeyê bê cudakirin. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku hemû partiyên siyasî divê bi rexne û pêşniyarên xwe tevkariyê li pêvajoyê bikin û got, "Em qala meclîsekê dikin ku ji her demê bêhtir temsîliyeta xwe ya siyasî heye. Di nava arîtmetîkeke bi vî rengî de me gotibû em ê nîqaşa komîsyonekê bikin ku ji Meclîsê destpê bike û li nava hemû beşên din ên civakê û dînamîkên civakê belav bibe. Ev jî yek ji wan sernavan e ku em gelekî li ser diaxivin. Em di wê baweriyê de ne ku divê Serokê Meclîsê Birêz Kûrtûlmûş têkildarî vê komîsyonê bi berpirsyariyê rabe.

Di nava civakê de gelek fikar hene. Bidawîkirina van fikaran wezîfeya herî girîng a meclîsê ye. Ev mijar divê di ser berjewendiyên siyasî hemûyan re be. Li şûna fikarên li ser deng û hilbijêran, pêwîstiya me bi nêzîkatiyeke hevgirtî heye. Eger em wê bike wê filan tişt bibe, wê bi kêrî DEM Partiyê bê, wê bi kêrî AKP'ê, CHP'ê, MHP'ê, DEVA, Gelecek, TÎP an jî EMEP'ê bê... Divê Tirkiye xwe ji vê nêzîkatiyê rizgar bike."

Ayşegul Dogan ji bo pirsa li ser 'Destûra Bingehîn a Nû' got, pêwîstî bi destûreke bingehîn a demokratîk û aştiyane heye.