Hevberdevka HDK'ê Sehahat Tûncel got, "Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re vîna gel a 7'ê Hezîranê red kir. Di 1'ê Mijdarê de bloka aştiyê wê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide."
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel a weke qiseker beşdarî kampa îdeolojîk a Eniya Çep a li Fransayê bû, îlanên xwerêveberiyê û hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de ji ANF'ê re nirxand.
Tûncel diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemberî DAIŞ'ê, nêzîkatiya Ewropayê ya li pirsgirêka Kurd ji hin aliyan ve guhertiye û got, "Lê belê ragirtina navê PKK'ê di lîsteya 'rêxistinên terorê' de li pêşiya zemîneke demokratîk a çaerseriyê û pêkhatina aştî û muzakereyê asteng e."
Tûncel bal kişand ser girîngiya derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê û ev xal destnîşan kir: "Ji bo aştiyeke mayînde pêk were, divê Yekîtiya Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike ku bi PKK'ê re muzakereyê bike. Zext jî têrê nake, pêwîst e ew bi xwe jî destekê bidin vê pêvajoyê."
'BLOKA AŞTIYÊ WÊ CAREKE DIN VÎNA XWE NÎŞAN BIDE'
Tûncel bibîr xist ku Hevserokên HDP'ê li Tirkiyeyê bi Sefîrên Bilind ên yekîtiya Ewropayê, DYA, û Îngilîstanê re hin hevdîtin kirin û got, "Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re rûnişt. bi Serokkomarê Awûstûryayê re hevdîn kir. Di mijara aştî û muzakereyê de nêrîn û pêşniyarên HDP'ê yên ji bo çareseriyê, tê ragihandin. Ji bo xwerêveberiya gel pêk wre, welat demokratîk bibe û pêşî li siyaseta aktîf were vekirin, em têkoşîna xwe dewam dikin. Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re vîna gel a di 7'ê Hezîranê de derket holê, red kir. Yên ji aliyê paradîgmaya aştî, demokrasî û azadîparêziya jinê helwest nîşan dan, yên destek dan aştiyê, yên destek dan pêvajoya jiyana nû, helwesta xwe li aliyê HDP'ê destnîşan kirin. Di 1'ê Mijdarê de jî wê bloka aştiyê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide."
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel der barê terora dewletê ya li Kurdistanê û bersiva gel a li hemberî van êrîşan de ev nirxandin kir:
'DIVÊ ÊDÎ TIRKIYE XWE JI REJÎMA 12'Ê ÎLONÊ RIZGAR BIKE'
"Li Kurdistanê gel êdî otorîte û zexta heyî ya dewletê qebûl nake, li dijî feraseta vîna gelê Kurd tine dihesibîne derdikeve û dibêje 'Ez dixwazim xwe bi rêve bibim'. Dewleta Tirk bi şîdet û zextê bersivê dide vê beyana gel. Sedema şer û pevçûnên îro li Kurdistanê bi destê dewletê tê derxistin, ev e. Ji xwe xweparastin û xwerêveberî di bernameyên HDK û HDP'ê de cih digirin. Em di wê baweriyê de ne, ku divê demokrasiya xwecihî bê pêş ve birin, gel xwe bi rêve bibe, rêveberiyên xweser ên demokratîk û xwerêveberî werin afirandin û parastin. Lewma ev biryara xwerêveberiyê ya derket holê, ji bo me ne rewşeke nû ye. Di vir de pirsgirêk helwesta dewletê ye, ku vê tine dihesibîne û li hemberî gel şer îlan kiriye. Di vê demê de nêzî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Pêwîst e Tirkiye ji rejîma 12'ê Îlonê rizgar bibe û bibe xwedî sîstemeke demokratîk a gel xwe lê bi rêve bibe. Divê sîstemeke serokatiyê û dîktatoriya Erdogan nebe. Ji bo vê jî pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû ya demokratîk û rewşeke xweser heye."
Tûncel da zanîn ku ji sala 2013'an û vir ve di pêvajoya muzakereyê de pêşketineke girîng çêbûye, belgeyên girîng derketine holê û got, "Herî dawî Mutabaqata Dolmabahçeyê, mijarên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk li ser li hev kirin, bû. Her çend Tayyîp Erdogan ev qulipandibe jî, gelên Tirkiyeyê ji vê re gotin, 'erê'. Ji bo careke din li vê vegerin, desteya şopandinê bê avakirin, rewşa tenduristî, ewlekarî û azadiya Birêz Ocalan bê misogerkirin û di şert û mercên azad de karibe muzakereyê bike, em dixebitin. Hevdîtina Ocalan a bi tenê bi heyetê û xizmên xwe re, pirsgirêkê çareser nake. Tecrîda li ser Ocalan û hevalên li cem wî dibÎnin, pirsgirêkê çareser nake. Ji xwe Kurd û hêzên demokrasiyê li hemberî vê li ber xwe didin. Di beyanên xwerêveberî û daxuyaniyên KCK'ê de tê destnîşankirin, ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de divê Ocalan weke sermuzakerevan careke din pêvajoyê bidomîne."
Tûncel destnîşan kir ku şer, pevçûn û kaosa rû bide, bi kêrî kesî naye û got, "Yekane rêya çareseriyê, aştî ye."
'DI 1'Ê MIJDARÊ DE WÊ GEL Û AZADÎ QEZENÇ BIKE, GEL WÊ WERE SER DESTHILATDARIYÊ'
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê got, "Li gorî min, kêm zêde wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî heman rewş dewam bike. Wê parlamentek ji 4 partiyan hebe. Pirsgirêka HDP'ê ya bendê nîne. Bi dîtina min wê HDP dengekî bilindtir bi dest bixe. Li gorî min, li dijî polîtîkaya şer faşîzan a AKP'ê, mirov wê xwe bidin aliyê aştiyê. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi awayekî rasthatî, di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de pêk tê. Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de çawa ku cîhan hemû ji bo Kobanê daket kolanan, ez bawerim di 1'ê Mijdarê roja hilbijartinê de jî wê alîgirên aştî û demokrasiyê biçin ser sidoqan û polîtîkaya şer a AKP'ê bisekinînin. Xeyalên AKP'ê yên desthilatdariya bi tena serê xwe, xeyalên Erdogan ên bûyîna serok, wê pêk neyê. Aştî û azadî wê qezenç bike. Gel wê bibe desthilatdar."