Li Wûppertalê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Li Wûppertalê, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir.
Li Wûppertalê, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir.
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdara 2015'an ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên li Ewropayê dewam dikin. Li Wûppertalê, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir.
Bi vê armancê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di 30'ê Tebaxê de civînek hat lidarxistin. Di nirxandinên li civînê de hat ragihandin, ku divê kontola qeydan bê kirin û heta 10'ê Îlonê hilbijêrên ne qeydkirî bên qeydkirin.
'ŞERÊ AKP'Ê WÊ LI AKP'Ê VEGERE; EM Ê BI SER BIKEVIN'
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê Lêhat Botî piştî civînê ji ANF'ê re axivî û got, "Dîktatorê li qesrê û ekîba wî, ku bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinên berî 3 mehan re kursiya li binê wî jehiya, li Bakurê Kurdistanê şer ragihand û li bajarên Tirkiyeyê jî dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir."
Botî anî ziman ku polîtîkayên şer ên AKP'ê yên jin, zarok, extiyar, ciwan her kesî qetil dike, wê li AKP'ê vegere û got, "Bi polîtîkaya xwe ya ji bo li bin bendê hiştina HDP'ê, ew ê di nava sergoyê dîrokê de winda bibin. Ev yek hewldanên dawî yên dîktatoriya qesrê ne."
Botî da zanîn ku ew dixwazin ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêhtir serketineke mezin bi dest bixin û bi vê bîr û baweriyê ew dixebitin. Botî got, "Ji îro û pê ve em ê hêza xwe zêdetir bikin û dest bi karê xwe bikin. Ez bawerim ku em ê di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de serketineke mezintir bi dest bixin. Em bang li tevahiya Kurdistanî û mirovên şoreşger demokrat ên li Ewropayê dijîn dikin, ku tevlî xebata me bibin."