Dadgehê alîkariyên ji bo zarokên Wan û Kobanê weke sûç dît

Siyasetmedara Kurd aktîvîst Gulay Adîle Ertûnç, di dema erdheja li Wanê û berxwedana Kobanê de ji bo zarokên mexdûr alîkarî kom kir. Lê belê ev alîkarî weke delîlê sûcê 'ji bo malbatên endamên rêxistinê alîkarî kom kiriye' hat dîtin.

Siyasetmedara Kurd aktîvîst Gulay Adîle Ertûnç, ku piştî li Stenbolê hat binçavkirin hat girtin, di dema erdheja li Wanê û berxwedana Kobanê de ji bo zarokên mexdûr alîkarî kom kir. Lê belê ev alîkarî weke delîlê sûcê 'ji bo malbatên endamên rêxistinê alîkarî kom kiriye' hat dîtin. 

Tevî Gulay Adîle Ertûnç komek ji welatiyan di sala 2012'an d, bi rêya malperên parvekirina civakî de, Koma Piştgiriyê a Yekîtiyê ava kir. Komê, bi Şaredariya Dîkîlî re zarokên erdhejzedeyên Wanê, li Dîkîlî kir mêvan. Ev hewldan, di wê demê de bû nûçeya gelek rojname û ajansan.

HEMÛ HEWLDAN Û ÇALAKIYÊN JI BO ZAROKAN DI ÇAPEMENIYÊ DE HATIBÛN WEŞANDIN

Gulay Adîle Ertûnç der barê hewldan û xebatên xwe de hingî daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû, "Koma Piştgiriyê ya Yekîtiyê, civateke sivîl e ku ji aliyekî ve ji bo pêkhatina demokrasiyê li welatê me hewl dide bibe kirdeyeke hewldanan, ji aliyê din ve jî ji bo 'di cih de' bibe merhema birînan, projeyên alîkariya civakî ji bo mirovên me yên bêxwedî diafirîne û li ser Facebookê organîze dike. Koma Piştgiriyê ya Yekîtiyê ku ev saleke ava bûye, mora xwe daniye binê gelek projeyên alîkariya civakî yên li gelemperiya welêt. Heman piştî erdhejê bi 25 konan yekser hatiye bajarê me Wanê û heta roja îro jê derneketiye. Bi çalakiyên xwe yên cuda re li vir bûye... Û bi nêrîna 'zarokên me êş, xizanî û şer heq nakin, berevajî, bêhnvedan û betlane mafê wan e' em niha ji Wanê tînin cihekî li Egeyê. Bi Şaredariya Îzmîr-Dîkîlî re em Projeya Kampa Havînê ya ji bo Zarokên Wanê dixin meriyetê."

DADGEHÊ HEMÛ KARÊN ÎNSANÎ WEKE SÛC DÎT

Dadgeriya 2. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Tekîrdagê ev hemû xebatên siyasetmedar û aktîvîst Gulay Adîle Ertûnç weke "berhevkirina alîkariyê ji bo malbatên endamên rêxistinê" nirxand. Alîkariya ku Ertûnç di sala 2012'an de ji bo zarokên mexdûrên erdheja Wanê û di sala 2015'an de ji bo zarokên mexdûrê şerê li Kobanê kom kiribû, weke sûc hat dîtin.

"SÛCEKÎ BI NAVÊ 'JI MALBATÊN ENDAMÊN RÊXISTINÊ RE' NÎNE"

Hevserwoka DBP'ê ya Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn, ku aktîvîst Gulay Adîle Ertûnç re di kampanya berhevkirina alîkariyê ji bo erdhejzedeyan de cih girt, nerazîbûn nîşanî girtina Ertûnç da. Şahîn anî ziman ku polîs her şêwe xebatên însanî û wijdanî krîmînalîze dikin û weke sûc dibînin. Şahîn ragihand ku dozger û dadger jî li gorî vê tevdigerin û destnîşan kir ku sûcdariya "alîkariya ji bo malbatê endamên rêxistinê" ya dadgeh îdîa dike, sosret e. Şahîn diyar kir ku ev sûcdarî di heman demê de trajîkomîk e û bang li raya giştî kir ku ji bo Ertûnç dengê xwe bilind bike.

...